MLKP: Zîlan Destan a şoreşgera komunîst a li Rojava şehîd bû, bi bîr anî

Rêxistina MLKP a Kurdistanê, Zîlan Destan (Elende El Mûhammed) a ku 13'ê Hezîranê li Qamişloyê şehîd bû, bi bîr anî.

Rêxistina MLKP Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî Zîlan Destan a li bajarê Qamişloyê di 13'ê Hezîrana 2021'ê de dema ku bi erka xwe rabû şehîd ket, bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Zîlan Destan sala 2017'an têkilî bi Rêxistina MLKP Kurdistanê re danî û hate gotin, "Hevrê Zîlan zanîbû ku sembolên têkoşîna azadiya zayendî û şerê çînî ji bo bindestan tê çi wateyê. Li gel hevrêyên xwe yên di bin ala xwe de şer kirin û têkoşiyan, bi partiya xwe re bû yek."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Elende El Mûhammed ku li nava malbateke Kurd a ji Kobanê ji dayik bû, piştî ku MLKP nas kir, bi karekî têgihiştî û xwedî îrade hevrê Zîlan Destan afirand. Bi ked, îrade, kar û milîtaniyeke fedakar, bi sekna xwe ya rexnegir a li hevrê û partiya xwe, pêşketina komunîst a partiyê hîn xurtir kir."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Zîlan Destan di dema êrişên dagirkeriyê yên li ser Efrînê de bi asta pêşengiyê tevlî têkoşîna fedayî ya li dijî dagirkeriyê bû û di bin bombardûmanê de Efrîn parast.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Zîlan Destan bû kadroeyeke pêşeng û hate gotin, "Bi coş, kelecan û hêviyeke mezin wezîfeyên xwe bi cih anî. Hevrê Zîlan li dijî bêhêvîtî, li dijî bêçaretiyê banga hêvî û berxwedanê ya li ciwanan e. Ji bo azadiyê banga şoreşgeriyê ye. Li dijî kapîtalîzmê banga êrişê ye. Banga yekbûna li binê ala komunîzmê ye. Bêguman ev bang wê deng vede. Roj û dîrok şahide ji vê yekê re."