Mizgîn Irgat: Tecrîda li Îmraliyê êşkence ye

Parlamentera HDP’ê Mizgîn Irgat diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê rasterast êşkence ye û bang li hiqûqnas û siyasetmedaran kir da ku dengê xwe derxin.

Parlamentera HDP’ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgat li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tecrîda girankirî ya li Îmraliyê rasterast êşkence ye. Irgat bi bîr xist ku ji 2011’an ve bi Ocalan re hevdîtin nehatine kirin û her mirovê ku li girtîgehê ye ji hêla yasayî ve hatiye mîsogerkirin ku bi parêzer û malbata xwe re hev bibîne û bi tî şertî ev maf nikare were rakirin.

Irgat got  nehiqûqiya li ser Ocalan, ku kirine taybet e,ketiye rengekî sistematî ku got nayê qebûlkirin ku CPT rapora Îmraliyê piştî bi 2 salan were ragihandin.  Irgat got rapora CPT’yê ne tenê derengmayiye lê her wiha kêm e jî û raporên wiha dive hê dema ku rojane ne divê werin parvekirin. Irgat diyar kir ku piştî bi 2 salan bi destûra hikûmetê ev rapor hatiye ragihandin û ev hem dike ku mirov bikeve şike û hem jî bi wê mebestê ye ku raya giştî manîpule bike. Iırgat bi bîr xist ku ji 15’ê Tîrmehê ve êrîşê tînin ser Îmraliyê, wan gelek caran pirsname dane Wezareta Dadmeniyê bê ka wê şevê çi bûye lê ti bersiv nedana wan. Irgat got di pêvajoya Rewşa Awarte li girtîgehên mafê mirovan pir hatine binpêkirin û got, ‘’Di Rewa Awarte de li Îmraliyê çi dibe? Di nav van 2 salan de CPT ya ku li girtîgehan lêkolîn kirî çima neçû Îmraliyê?’’

‘DEWLETA TIRK HATE SER SÊHRA BERÊ’

Irgat got niha li Îmraliyê pergala ku tê sazkirin di ti mewzûatan de nîn e û got divê parêzer li dijî vê nehiqûqiyê û siyasetmeedar denge xwe derxin: ‘’Rêzdar Ocalan ne girtiyekî jirêzê ye. Bi tecrîda li Îmraliyê dewlet li kodên îmha û înkarê ya dîroka komarê vegeriyaye; di mijara naskirina temsîla siyasî ya Kurdan de dewlet hatiye ser sêhra xwe ya berê.’’ Irgat got di pêvajoya danûstanidnan de hêviyên aştî û demokrasiye li nav gelan çêbibûn, ji vê rewşê li siyaseta înkarê vegeriyan û divê dîsa rêyên diyalogê werin danîn.

‘MÎNAKÊN VÊ TECRÎDÊ NÎN IN’

Irgat got şertên li Îmraliyê ti caran baş nebûne, berê, dema ku karîbûn miwekîlên xwe Ocalan bibînin jî wan nehiqûqiyên derasayî dîtine û got, ‘’Dema ku me parêzeran serdana Rêzdar Ocalan dikir me didît ku çawa maf têne çewisandin, çawa derî rêzê ser mirov seh dikin û her wiha nehiqûqiyên zêde me didîtin. Li gel ku diviya hevdîtinên parêzer-miwekîlan veşartî bimînin jî hemû hevdîtinên me yên li Îmraliyê dihatin tomarkirin. Ev bi serê xwe jî binpêkirina mafan e. Berê ev nehiqûqiya li Îmraliyê dihate kirin bi Rewşa Awarte re li hemû girtîgehan tê kirin.’’ Irgat got li gel tecrîda girankirî, şertên dijwar û binpêkirina mafan jî Ocalan ji biryardariya xwe nehatiye xwarê û got, ‘’Li gel hemû zext û zordariyan jî rêzdar Ocalan ji çareseriya demokratîk gavekê jî bi paş ve neavêtiye. Her demê bi hêvi bûye û ramanên xwe bi raya giştî re par ve kiriye. Lê mixabin îro pergaleke tecrîdê li ser heye ku li cîhanê mînaka wê nehatiye dîtin.’’

‘Ê KU MESELEYA KURDAN ÇARESER NEKE WÊ TÊK BIÇE’

Irgat herî dawî bal kişande ser politikaya dijî Kurd a MHP-AKP’ê û got AKP di mijara Kurdan de tim bûye xwedî helwesteke pragmatîk û got, heta ku meseleya Kurdan çareser nebe ti mesele çareser nabe.Irgat got, ‘Mesele demokrasiyê û meseleya Kurdan di nav hev de ye. Ê ku meseleya Kurdan çareser neke wê têk biçe.’’