Mîthat Sancar: Em ji Edîrne û Colemêrgê dest bi meşê dikin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar diyar kir ku di çarçoveya Bernameya Têkoşîna Demokratîk de ew ê ji Edîrne û Colemêrgê dest bi meşê bikin û got, "Kurd û HDP'î serî li ber zext û zordariyê natewînin."

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di çarçoveya Bernameya Têkoşîna Demokratîk a partiya xwe de li Amedê serdana hin saziyan kir. Sancar tevî parlamenteran destpêkê serdana Kongreya Civaka Demokratîk kir. Sancar ji aliyê Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk û Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz ve hate pêşwazîkirin.

Sancar, girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku di heman demê de parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê ye û girtina parlamenterê HDP'ê yê Amedê Musa Farisogullari weke darbeya siyasî pênase kir û got: "Betalkirina parlamenteriyê û girtina wan darbeya siyasî ye. Darbe tenê bi tang, topan nayê kirin. Darbe hin caran bi destê darazê û hin caran bi destê desthilatdariyê jî pêk tê. Darbe hemû darbe çi bi tang û topan, çi bi daraz û siyasetê li dijî vîna gel pêk tên. Di darbeya 12'ê Îlonê de karê ewil parlamento girtin. Hemû darbekar ji bo vîna gel tune bikin ketin nava tevgerê. Yên darbeya siyasî dikin jî heman rêbazê bi kar tînin û vîna gel a siyasî tune dikin."

Sancar anî ziman ku Leyla Guven Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Mûsa Farisogullari jî di heman demê de endamê Dîwana KCD'ê bû û wiha got: "Leyla Guven ne tenê wekîla Colemêrgê ye. Di heman demê de Hevseroka KCD'ê ye. Emrê wê bi têkoşînê derbas bûye. Her tim serbilind û seknek bi rûmet nîşan daye. Ji bo aştî û demokrasiyê bedelên giran daye. Ev provokasyona li dijî Leyla Guven û Musa Farisoglullari di heman demê de li dijî nûnertiya wê ya KCD'ê pêk hatiye."

Sancar diyar kir ku wê di 15'ê Hezîranê de ji Edîrneyê û Colemêrgê bimeşin Enqereyê û wiha got: "Meşa me Meşa Demokrasiyê ye. Esasê bernameya me demokrasî ye. Em ê ji bo azadî û demokrasiyê bimeşin. Em dixwazin bi gelê xwe re bên cem hev. Em dixwazin bi gelê Tirkiyeyê re bên cem hev. Em bawer dikin ku wê fêdeyekê bi xwe re bîne. HDP wê têkoşîna xwe ya siyaseta demokratîk bi biryar bimeşîne. Divê tu şika kesî ji vê yekê tune be. Rêbaza têkoşîna me rêbaza rewa a demokrasiyê ye. Meşa me wê ne meşa peya ya navbera bajaran be. Wê hilbijêrên me tev li vê meşê bibin. Meşa me wê ji du liman pêk bê. Parlamenter, endamên meclîsê û hevşaredarên me wê tev li vê meşê bibin. Ev heyeta me wê bi gel re bên cem hev. Heyetek wê ji Edîrneyê û heyetek jî wê ji Colemêrgê dest bi meşê bike. Em ê li Enqere bigêjin hev. Li Edirneyê Hevserokê partiya me yê berê Selahattin Demirtaş girtî ye. Colemêrg jî cihê ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven lê hatiye girtin. Ez ê di meşa Colemêrgê de cih bigirim. Hevseroka me Pervîn Buldan jî wê di meşa Edîrneyê de cih bigire."

HDP NAYÊ LÎSTIKAN

Sancar anî ziman ku wê li bajaran bi gel re bên cem hev û wiha bi dawî kir: "Heyetên me wê bi gel û saziyan re bên cem hev. Em ê helwestên xwe parve bikin û bangê xwe bikin. Em dixwazin têkoşîna demokrasiyê ya hevpar bêhtir xurt bikin. Piştî ziyaretên bajar bi bajar em ê derbasî Enqereyê bibin. Em ê li Enqereyê bigihêjin hev. Hilbijêr û nûnerên 7 herêman em ê li Enqereyê bigihêjin hev. HDP wê neyê lîstikan û provokasyonan. Em hişyar dikin HDP nayê lîstikan û tu provokasyonan jî nake. Wê li rûmeta demokrasiyê xwedî derkeve."