Misilmanên Kurd divê li dijî mêtingeriyê serî rakin

Endamê Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK'ê Cîhan Eren got divê Misilmanên Kurd li dijî mêtingeriya Tirk bi niyeta xwe, bi raaman, gotin û kirina xwe rawestin û bikaribin serî rakin.

Endamê Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK'ê Cîhan Eren Mele Evdilayê Tîmoqî mînak da û got, '' Ji bo Kurdekî Misilman, ji bo ku li gorî sincê Îslamê bibe xwedî emel divê li dijî mêtingeriya Tirk serî rake. Ji bo vê jî, li derveyî vê hemû gotin dibe xwe xapandin û xapandina gel.''

Eren têkilî alimê Kurd  ê welatparêz Melet Evdilayê Timoqî (Mele Evdirehman Tewfîq) ku 30'ê Adara 1992'yan li Sûriyê wefat kirî, li ser xeta wî û li ser misilmaniya Kurdên welatparêz ji ANF'ê re axivî.

Eren diyar kir misilmaniya Kurdan misilmaniyeke çandî ye lê piştî ku têkilî Tirkan bûn, nexasim ji Osmaniyan ve lewitî ye û ev rewş ber bi salên 1800'î ve li cem Kurdan du xet ava kirine:

*Ya lewitî, ji nirxên gel qut; ji edeta Îslamê, ji wijdanê wê, ji sincê wê dûr ketî, bûyî noker û xayin.

*Xeta welatparêzî ku mirov hinekî bi Şêx Ubeydullah Nehrî re, demekê bi Şêx Mehmûdê Berzencî re, bi Şêz Ehmed Barzanî re dibîne û herî dawî bi Şêx Seîd re hatî cihê herî bilind.

XETA ÎSLAMIYA KURD A WELATPARÊZ

Mirov dikare Mela Evdilayê Timoqî weke cihê herî bilind ê vê xetê bibîne. Xeta Îslamiya Kurd a welatparêz xeta medreseyê ye. Li medresyan çêbû, li wir geş bû, xizmeteke mezin da ziman û wêjeya Kurd. Mînak Ehmedê Xanî ku îro em hemû bi pesindariyê dibêjin xoceyê medreseyê ye. Melayê Cizîrî alimekî ji rêça medreseyê hatiye. Qazî Muhammed ku pêşengiya Komara Kurdistanê kirî her wiha li ser xeta Îslamiya welatparêz e. Ji bo vê jî li cem Kurdan ev rêz û rêçik tim xwe zindî hişt. Heke mirov bala xwe bidiyê, piştî 1800'î, li dijî mêtingeriya Osmanî û Tirk li ser xeta dînî li dij rabûnek heye. Dema ku Tirk di nav xwe de Îslam berdan û dev ji argûmanên xwe berdan jî Kurdan dev jê bernedan. Kurdan xwestin ku Osmanî werin ser xeta ummetê, ser xeta Muhammedî.

SEYDAYÊ KU OCALAN NIRX DAYÊ

Eren Mele Evdilayê Timoqî mîna cihê herî bilind ê sedsala 20'an a vê xetê nirxand û domand, ''Seydayekî wiha ye ku bi hîs, lêgerîn, têkoşîna xwe bala xwe dabû ser welatpareziyê. Rêbertî salên 1990'î derbarê wî digot, ''Bi qasî ku min hij w^kiriye, min kesekî dî yê kal  ê welatparêz neditiye''. Seyda ku li Kurdistanê temsîla xeta Îslamiya welatparêz kirî, di 90 saliya xwe de PKK nas kir û got, ji bo ku PKK nas kiriye ew ciwan bûye. Mele Evdilayê Timoqî helwest, karekterekî wiha ye.''

BI MESELEYA DERGAH Û ZAVIYEYAN DARBE

Eren got di serdema Kemalîst de meseleya ''Girtina Dergah û Zaviyeyan'' du beş kirine armanc:

*Elewî; kirine ku Kurdên Elewî dev ji dergeh, ziyaretên xwe berdin.

*Kurdên Sinnî yên welatparêz ku li ser xeta medreseyan; Kurdên ku dînê xwe li medreseyan dijiyan di mizgefan de hatin asêkirin. Mizgeft jî di navê Diyanetê, dibûne navendên asîmîlasyonê, ji sinc, dadmendî, wijdan, parvekirin, hezkirn û hurmetê qutbûyî. Bi vî rengî li nav Kurdan îslam kete rewşa herî xirab. Ew xeta welatparêz pir kêm ma. Berevajî vê, ketine reşweke wiha ku xizmetê ji AKP'ê re, ji mêtingeriya Tirk re bikin.''

TEHRÎBATA KEMALÎZMÊ, ÎSTÎSMARA AKP'Ê

Eren got AKP dîn û milliyetgirî tevlîhev kiriye û li ser tehrîbatên Kemalîzmê Kurdên dîndar hewl daye bi aliyê xwe ve bikişîne û domand, ''Mînak AKP li Kurdistanê 40 ji 100'î yê dengan distîne. Em hemû dizanin bê ka van dengan çawa distîne; li Kurdistanê yê ku mizgeftan û malên cem dişewitîne AKP ye. Li gel vê jî hin Kurd bi navê hesasbûna dîn nêzî AKP'ê disekinin. Sedema wê ew e ku darbeya li rêça medreseyê ye ku Mele Evdilayê Timoqî jî ji wê rêça medreseyê hatibû.''

LI DIJÎ MÊTINGERIYA TIRK QIYAM

Eren bi domdarî got, ''Li nav Kurdan medrese navenda perwerde, çand, zanist û hunerê ye. Reseniyeke wiha ya medreseyên Kurd heye. Ne tenê perwerdehiya dînî lê hebûye. Bi AKP'ê re li hin herêman, nexasim li Amed û derdora wê, li Mêrdînê û derdora wê û li Serhedê destwerdanên mezin li ser medreseyan kirin. Piştî ku rûyê milliyetgir ê AKP'ê ji hêla Kurdan ve hate dîtin, AKP dixwaze vê di ser Huda-Parê re pêk bîne. Van demên dawî bi destê Huda-Parê tê xwestin ku medresyên Kurdistanê rêxistiniya wan were kirin û bi destê dewletê werin girêdan. AKP pir mudaheleyê li wan malbatan dike ku temsîla tarîkatan dikin. Banga me ji bo vê derdorê ev e; Îslam û Tirk/Tirkîtî ne yek e.''

Eren bi domdarî got, ''Ya ku Îslam û Qur'an dixwaze, ya ku Misilmantî hewce dike diyar e; Kurd li dijî mêtingeriya Tirk divê rabin ser piyan, serî rakin. Li dijî yekî ku cihên pîroz dişewitîne, di Îslamê de ji bilî qiyamê ti fermaneke dî tine. Li dijî yê ku zimanê te înkar dike, ji cîhadê wêdetir ferman tine. Tenê tiştek heye ku mela, seyda û dîndarên Kurd bikin; li dijî mêtingeriya Tirk bi niyet, gotin, raman û emelê xwe rawestin. Heke bikaribin qiyamê bikin; heke nikaribin gelê xwe li dijî mêtingeriyê hişyar bikin. Ev hemû di îslamê de ferz e e û şart e, emeliyên salih in. Îro ji bo ku Misilamanekî Kurd li ser exlaqê Îslamê bibe xwedî emel, divê li dijî mêtingeriya Tirk têbikoşe. Ji bilî vê her tiştê ku tê gotin xwe xapandin û xapandina gel e.''