'Mîrateya me ya têkoşînê têra serketinê dike'

Gerîlaya YJA Starê Avaşîn Varto destnîşan kir, têkoşîna gerîla ya jinê ku li ser xeta Zîlan û Bêrîtan mezin bûye, tecrûbeyeke xurt afirandiye û got, "Ev tecrûbe û nirx têra me dikin, ji bo em bi ser bikevin."

Gerîlayên YJA Starê bal kişandin ser rola jinên Kurd a li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê.

Gerîlaya YJA Starê Avaşîn Varto ji ANF'ê re axivî û gotina "Xwenaskirin şerê herî mezin e" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist.

Avaşîn Varto diyar kir ku bi vê yekê re işaret bi vegera li cewhera mirovan tê kirin û destnîşan kir ku hewldana jinan a xwenaskirinê têkoşîna azadiyê jî mezin kiriye.

Avaşîn Varto got, "Li ku derê jin an jî gelekî bindest hebû, gerîlayên YJA Starê li wir bû. Ev yek mîrateyeke ku şehîdên me ji me re hiştine. Îro her kes şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) nas dike. Yek ji fermandarên me yên mezin e ku di pêvajoya sala 1996'an de komploya li dijî Rêberê me dît û ji bo dawî li rewşa xitimandî bîne bi rola xwe tevgeriya. Yek ji şehîdên me yên mezin jî BÂerîtan e ku di şerê Başûr de yê salên 1992 û 93'an teslîmiyet red kir û bi çalakiya xwe nîşan da ku yekane alternatîf azadî ye. Di şerê heyî de ku li ser vê bingehê heta niha dewam kiriye, tecrûbeyeke ku bi têra bi salan bike hatiye afirandin. Ev tecrûbe mîrateyeke têrker e ku em karibin pê bi ser bikevin. Bi navê gerîlayên YJA Starê haya me ji vê heye, em şopdarên vê ne. Bi qasî afirandina welatekî azad hêja ye ku jin xwe ji nû ve biafirîne. Di şerê gerîla de rêbaza berxwedanê ji aliyê jinê ve hate destnîşankirin û nîşanî me da ku şer divê çawa bê kirin."

'EM NEÇAR IN ŞER BIKIN'

Ji gerîlayên YJA Starê Dîcle Rohat jî bi bîr xist ku di xwezaya jinê de şer nîne û got, "Lê belê li dijî êşkence, şerê taybet û zilma dewleta Tirk a bêdawî ya li dijî gelê me, neçar in şer bikin û em ê şerê xwe bidomînin. Jinên Kurd ti carî li pêşberî êrişa li ser xaka xwe bêdeng nemaye, timî şer kiriye. Bêguman Rêbertî ev rola me derxiste holê. Eger jinan di şerê gerîla de rêbaz û taktîk bi pêş ve birin, ev yek bi saya hewldanên Rêberê me ye."