Milîsên MAK’ê li hember qeyûm çalaki pêk anîn

Milîsên MAK’ê ragihandin ku li hember polîtîkayên qeyûm yên dewleta Tirk a dagirker, li Amed û Geverê çalakî pêk anîn.

Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) ragihandin ku li hemberî polîtîkayên qeyûm yên dewleta Tirk a dagirker li Amed û Goverê çalakî li dar xistin.

Daxuyaniya MAK’ê wiha ye:

“Şeva 3’ê Nîsanê saet di 22:45’an de milîsên me li kolana Cengîz Topel a navçeya Geverê ya Colemergê barîkat danîn û bi dijminê êşkencekar re pev çûn. Çeteyên ku li hemberî hêzên me nekarîn encamekê bi dest bixin, bi TOMA'yên xwe vekişiyan.

Dîsa milîsên me li Amed-Seyrantepeyê li dijmin xist. Di vê çalakiya ku çekên takeksî hatin bikaranîn, dijmin neçar ma paşve vekişe û piştre jî polîsên tevgera taybet tax dorpêç kirin.”

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku rejîma AKP-MHP’ê li dijî desteserkirina vîna gel û ciwanan gav paş de avêt û hat gotin: “Ev berxwedana ku ji niha ve di dîroka azadiya Kurdistanê û demokrasiya Tirkiyeyê de hatiye nivîsandin, careke din nîşan da ku mafê me ji aliyê dagirkeriyê ve nayê dayîn, bi berxwedanê tê stendin.

Milîsên MAK'ê yên ku ji destpêka Serhildanê ve li hemberî xespkirina vîna gel, li kêleka gelê me rawestiya ye, ji ber sûcên di dema Serhildan de li dijî gel hatine kirin, hesab ji çeteyan dipirsin û wê hesab pirsin bidomin.

Em ruhê Serhildan û serkeftina gelê xwe pîroz dikin. Gelê Kurdistanê bi parastina rûmet û vîna xwe diyariya herî watedar da Rêber Apo ku çaryek sed sal in li ber xwe dide. Bi heman ruhî em dubare dikin ku heta Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad pêk were em ê li dagirkeran bixin. Em rojbûna gelê xwe û Rêber Apo li gelên Kurdistan û cîhanê pîroz dikin.”