Milîsên HBDH'ê li çeteyên narkotîkê xistin

Milîsên HBDH'ê li Wanê li dijî çeteyên narkotîkê çalakî kirin.

Milîsên Ûlaş Bayraktaroglû yên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) li wanê li dijî çeteya narkotîkê çalakiyek lidar xistin.

Di daxuyaniya li ser çalakiyê de hate gotin, "4'ê Gulanê li navçeya Artemêtanê ya Wanê saet di 22:00 de me li dijî bazirganên narkotîkê çalakî kirin. Di encama çalakiyê de ku bi teqemeniyê hate kirin, 4 bazirganên narkotîkê birîndar bûn. Milîsên me bi rengekî serketî ji qada çalakiyê çûn."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Ev çete li navçeya me jehrê dide ciwanan, zarokan. Dewleta faşîst ji bo ciwanan bixe nava çirava narkotîkê û ji têkoşîna azadiyê ya gelê me vegire, rê dide van çeteyan. Em ê rê nedin van çeteyên narkotîkê ku zarokên me, ciwanên me dixin xefika narkotîkê.

Em bang li ciwanên xwe dikin ku tevlî nava refên têkoşîna azadiyê ya gelê me bibin. Nekevin vê xefikê, nekevin vê çiravê. Werin tevlî milîsên HBDH'ê bibin."