Milîsên HBDH'ê li Amedê li wesayiteke zirxî xistin

Milîsên Sînan Dersim ên HBDH'ê ragihandin ku li ser rêya Amed-Farqînê li dijî wesayiteke zirxî çalakiyeke çekdarî kirine.

Di daxuyaniya Milîsên Sînan Dersim ên HBDH'ê de hate gotin, "Şeva 5'ê Tebaxê saet di 23'an de li ser rêya Amed-Farqînê me li wesayiteke zirxî xistin."

Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Milîsên Sînan Dersim ên HBDH'ê li xaçerêya Seyrantepeyê li hemberî wesayiteke zirxî ku li dewriyeyê digeriya bi bombeyên bi tesîr, fîşekên hewayî û çekan çalakî kirin. Dijminê ku li hemberî êrîşê nekarîn xwe bilivînin, neçar man ku li hemberî milîsên me şer bikin. Piştî şerekî ji bo demeke kurt, milîsên me bi plan ji qada çalakiyê çûn. Dijmin piştre bi hêzeke zêde dor li herêmê girt, lê hêzên me bêyî ku windahiyan bidin li qadên xwe vegeriyan."