Mihrîcana 4’ê Nîsanê ya li Mexmûrê di roja duyemîn de didome

Li wargeha Mexmûrê 13. Mihrîcana 4’ê Nîsanê ku duh destpêkiribû, îro bi pêşbirkên werzîşî ve dom dike.

13. Mihrîcana 4’ê Nîsanê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku hemû salê bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengtiya komîteya perwerde ya wargehê tê lidarxistin, îro di roja xwe ya duyemîn de didome.

Li gorî bernameya mihrîcanê, duyemîn roja wê bi pêşbirkên werzîşî wek maratona 100 metreyî, maratona 400 metreyî, maratonên dirêj û xwe avêtin ve dom dike. Di pêşbirkê de hemû xwendevanên dibistanên li wargehê cihê girtine. Xwendevanan û mamoste di saet 9:00’an de bi cil û bergên herêmî û yên werzişî li saheyê amadebûn.

Pêşbirk li saheya mezin a wargehê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên rêya azadiya Kurdistanê ve hat destpê kir û hê jî berdewame. Saheya pêşbirkê bi al û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên têkoşîna azadiyê, PKK, PAJK, KCK û KJK’ê û bi xemlên kesk û sor û zer hatibû xemilandin.

Coşa xwendevanan û gerandina dîlanên teybet ên mihrîcanê rengek cuda dabû saheyê. Her wiha mihrîcan li ber weşandina hemû stranên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rojbûna wî hatinî strandina didome.

Tê payîn ku wê sibe ku roja dawî ango fînal a mihrîcanê ye coş û amadekariyên mihrîcanê bigihîje lûtkeyê.