Mihemed: Rêveberekê YNK’yî di proseya bi Erebkirina Kerkûkê de hevkarekî sereke ye

Parlementerek yê bajarê Kerkûkê eşkere kir ku rêveberê şaredariya Kerkûkê yê li ser kotaya YNK’ê di proseya bi Erebkirina bajêr de alîkariya waliyê bajarê Kerkûkê yê hatî ferzkirin kiriye.

Îro êvarê endamê Firaksiyona Newey Nû Omîd Mihemed di civîneke çapemeniyê de çend dosya û belgeyên têkildarê gendelî û diziyê yên ji aliyê berpirsan û çend mijarên din ên wek bi Erebkirina bajarê Kerkûkê ji aliyê waliyê hatî ferzkirin û hevkariya rêveberkê Kurd a ji bo vê mijarê eşkere kir.

Waliyê Kerkûkê yê hatî ferzkirin Rakan Cibûrî ku bi xwe Ereb e, piştî bûyerên 16’ê Cotmehê weke waliyeke ferzkirî berdewam ji bo bi Erebkirina bajêr xebitiye. Li gorî belgeyên ku îro parlementerê Newey Nû Omîd Mihemed eşkere kirî, rêveberê şaredariya bajarê Kerkûkê ku Kurd e û ji kotaya Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanê ye di dayina erd ji bo Erebên ji derve ve anîne bajêr de roleke sereke lîstiye.

Omîd Mihemed di derbarê naveroka belgeyên xwe de ragihand; “Tenê li navçeya nêzîkî Pira Leylan a bajarê Kerkûkê zêdetirê hezar û 500 qet erd bi buhayeke pir kêm ji malbatên ji derveyî bajêr hatine (Erebên anîne bajêr); mixabin di demekê de ku taxên resen ên bajarê Kerkûkê ku Kurd lê dijîn ji hemû xizmetguzariyên sereke bêpar in, lê hemû ew erdên ku ji Erebên anînî re hatine dayîn, ji wana re hemû xizmetguzarî hatine dabînkirin û ji bûdceya sala nû pere ji bo wê hatiye weqetandin. Me ew hemû belge û delîl dane destê Komîsyona Destpakî ya Iraqê.”

Mihemed axaftina xwe domand û got; “Ew aliyên Kurdî ku di dema hilbijartinê de bi rêya medyayan li dijî bi Erebkirina bajarê Kerkûkê diaxivîn, îro rêveberekê girêdayî wan (YNK) di proseya bi Erebkirina bajêr de hevkarekî sereke ye.”

Parlementerê Newey Nû Omîd bal kişande ser dosyayên derbarê gendelî û dizî yên berpirsan, “Çend dosyayên gendelî” eşkere kir û destnîşan kir; “Her meh 60 milyon dînar ji karkerên şaredariyê tê standin û diçe berîka rêveberê şaredariya Kerkûkê, ew yek bi agahdariya walî pêk tê.”

Omîd Mihemed ji bo heman mijarê anî ziman; “Rojane 2-3 hezar dînar li hemû karmendên şaredariya Kerkûkê hatiye standin û ew pere diçin berîka rêveberê şaredariya Kerkûkê. Me hemû wan belge û delîlane radestê Komîsyona Destpakî ya Iraqê kiriye û di demek nêz de wê lijneyek ji bo lêkolînkirina ew dosyayên gendeliyê yên me eşkere kirî, bê serdana bajêr bike.