Mihemed: Ji ber rexnegirtina li desthilatê cezayê siyasî li me birîn

Hunermendê Şanoger Yûsif Mihemed: “Heta nefesa xwe ya dawî ez ê bêyî ku cudahiya neteweyî û ayînî ya di nava pêkhateyan de, di xizmeta bajarê xwe de bim.”

Hunermend Yûsif Mihemed Namiq ku bi navê Hecî Kerîm tê naskirin, kesayetiyekî hezkirî yê taxa Şorce yê bajarê Kerkûk a Başûrê Kurdistanê ye. Mihemed sala 1972’an li heman taxê ji dayik bûye û bavê 5 zarokan e. Sala 1999’an bi tîma Şano ya Aştiyê dest bi şanogeriyê kiriye, ji xeynî vê yekê di berdewamiya xebatên xwe de zêdetirî 150 berhemên hunerî pêşkêş kiriye û her tim bi berhemên xwe yên komedî welatiyên bajêr kêfxweş kiriye. Mihemed her wiha di bi dehan berhemên kurtefîlm û şano û rêzefîlman de lîstiye û ji bilî wana jî di kanala televîzyonî ya bajrê de pêşkêşvaniya bernameyan jî kiriye. Çend fîlmên wî jî li ser asta cîhanî hatine nîşandan.

Hecî Kerîm niha ji bilî xebatên hunerî, ji bo dabînkirina debara jiyanî du dikanên biçûk ên firotina pêwîstî û kel û pelên wesayîtan li taxa Şorce vekiriye.

Hecî Kerîmê hunermend ku xwedî belgeyên fermî yên hikumetî ye, lê weke bi xwe dibêje, “Ji ber rexnegirtina li desthilat û gendeliyê, biryara dûrxistina ji kar li ser min hate dayin.”

‘BI RÊYA HUNERÊ RE CIVAKÊ HIŞYAR DIKIM’

Hunermend Yûsif Mihemed ji ANF’ê re axivî û wiha behsa jiyana xwe kir; “Ji ber rewşa siyasî tenê min karî salekê di beşa Hunerên Ciwan de bixwînim, bi qasê 24 sal in ku min di çarçoveya hunera şanogerî, çêkirina fîlm û rêzefîlm de xebat kiriye, di hemû qadên pêşandanî de xebatên min hebûye, lê piraniya xebatên min komedî ne. Zêdetirî 150 berhemên min ên hunerî hatine pêşkêşkirin, 4 ji wan fîlmên ku ez tevlê bibûm li ser asta navnetewî de hatin pêşandan. Her wiha min di derbarê terorkirina rojnamevanan û şîdeta li dijî jinan û çend mijarên din ji bo hişyarkirina civakê kurtefîlm çêkirine.”

HUNER GIHANDINA PEYAM Û REXNEYÊN WELATIYAN JI DESTHILAT E

Têkildarê girîngiya hunerê ya li ser civakê Hecî Kerîm diyar kir; “Huner xwedî bandoreke mezin li ser civakê ye, li welatên Ewropa û welatên din ên pêşketî bi rêya hemû cûreyên hunerî wek şano, şêwekarî, muzîk û hemû beşên din ên hunerên din ku karîne welatan pêş bixin û veguhezînin cîhaneke rewşenbîr, huner gihandina peyama welatiyan ji bo desthilat e ku xerabiya rewşa welatiyan û rexneyên wan digihîjîne desthilat.”

JI BER REXNEGIRTINA LI DESTHILAT CEZAYÊ SIYASÎ LI ME BIRÎN

Yûsifê hunermend di dewama axaftina xwe de bal kişande ser armanca xebatên xwe û wiha pêde çû; “Xebatên min ên hunerî di çarçoveya xizmetkirina bajarê me Kerkûkê ye ku bajarê bi hevre jiyanê û bajareke ku hemû pêkhate û bîr û baweriyên cuda ye û bêyî ku cudakariyek di nava pêkhateyan de bê kirin em li wî bajarî tenê Kerkûkîbûnê dikin. Xebatên min her tim di xizmeta gelê bindest de bûye û min timî li dijî desthilat, gendelî û zaliman xebat bi rê ve biriye. Berê fermiyeta xebatên min li ser hikumeta herêma Kurdistanê bû, lê ji ber rexnegirtin li desthilat û gotina heq a ji aliyê min û hevpîşeyê min Hunermend Zanyar Cûma, cezayê siyasî li me birîn û em ji xebatê hatin dûrxistin û mûçeyên me birîn. Lê me dest ji rexnekirina desthilatê berneda.”

Hunermend Yûsif her wiha rexne li desthilatdarên bajêr jî girt û got, “Mixabin bajarê me ji her aliyê ve ji xizmetguzariyên bingehîn bêpar e. Di nava 14 sal desthilatiyê de, desthilata Kurdan bajar talan kir û welatiyên wê jî bê kes kir û ew bi tenê hiştin. Em çend hunermend dûrî karê hizbî em ê xebatên xwe bidomînin û di xizmetkirina ji bo bajêr gav paşve neavêjin. Piştî ku li herêma Kurdistanê ez ji kar hatim dûrxistin, min ji bo debara jiyanî dest bi karê temîra wesayîtan kir. Niha jî bi wan du dikanên firotina kel û pelên wesayîtan debara malbata xwe ya 7 kesî dikim.”

HUNERMEND DI NAVA XIZANIYÊ DE DIMIRIN

Hunermend Yûsif Mihemed îşaret bi paşguhkirina hunermendan a ji aliyê dezgehên pêywendîdar û zehmetiyên ku hunermend ji aliyê debarî ve dikişînin kir û ragihand; “Li wî welatî eger hunermend ji bilî karê hunerî çavkaniyeke din ê wî/ê ji bo dabînkirina debara jiyanî nebe, hunermend di nava xizaniyê de dimire. Niha hunermendên me hene ku fêkiyan difiroşe, gelek hunermendên me hene ku ji ber nebûnî û xizaniyê wefat kirine. Weke mînak Selah Dawûd ku yek ji mezintrîn hunermendên Kurd e û zêdetirê 55 salan xizmeta hunera Kurdî kir, dema ku wefat kir, tenê 3 hezar dînar di berîka wî de bû û di xaniyeke bi kirê de jiyan dikir. Ji bo wê jî kes pişta xwe bi hunerê ve germ nake. Ji ber ku huner tenê xweşî û hêvî ye û nikarî ji bo debara jiyanî sûdê jê bigirî.”

HETA NEFESA XWE YA DAWÎ EZ Ê DI XIZMETA BAJARÊ XWE DE BIM

Hunermendê Kerkûkî Yûsif Mihemed Namiq bal kişande ser xizmetguzariya ji bo bajêr û axaftina xwe wiha domand; “Ez wek hunermendekî bi hunera xwe ez ê heta nefesa xwe ya dawî ez ê bêyî ku cudahiya neteweyî û ayînî ya di nava pêkhateyan de, di xizmeta bajarê xwe de bim. Hezkirina min ji bo hemû hunermendên bajêr ên ji hemû beşên şano, şêwekarî, muzîk û her wekî din heye. Ji ber ku em hemû bêyî cudakarî xizmeta bajarê Kerkûkê dikin.”