Endamê Konseya Rêveber a Tevgera Civaka Azad û Demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Mezlûm Heften têkildarî rewşa karesata lêhiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê got; “Erkê mirovahiyê bêyî hikm dabeşkirine (dabeşkirina kel û pel) niha demê dabeşkrina alîkariya bi mexdûrên lêhiyê re ye. Bi vî awayî wê yekîtiya di nava civak û mirovan de ava bibe.”
Endamê Konseya Rêveber a Tevgera Civaka Azad û Demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Mezlûm Heften sersaxî ji malbatên ku di lêhiyê de kes û xizmên wan mirine xwest û ji bo birîndaran jî şifaya xêrê xwest.
‘ÎBADETA HERÎ MEZIN ALÎKRAÎ YE’
Mezlûm Heften bi domdarî got; “Em tevgera Apoyî ya li Rojhilatê Kurdistanê her demê li gel gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistan û Îranê ne û xema wan parve dikin. Niha jî ji ber van bûyerên xemgîn êşa xelkê navçeyê weke êşa xwe dibînin. Daxwaz ji hemû gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistan û Îranê dikin ku li benda alîkariya komara Îslamî ya Îranê nemînin û bila çavê we ne li alîkariya komarê bin. Ev bûyer bûyerekî xwezayî ye lê divê em bizanin ku ev krîz û ev bûyer bi aqilê siyaseta komara Îslamî ya Îranê çêbûye. Em daxwaz ji hemû gelê xwe yê Rojhilat û Îranê dikin ku bihevre alîkariya hev bikin. Di civaka mirovahiyê de alîkariya hev kirin îbadeta herî mezin e.”
‘ALÎKARIYA BI MEXDÛRAN RE ERKA MIROVAHIYÊ YE’
Heften wiha domand; “Niha dem dema pêkanîna erkê mirovahiyê ye, divê hemû gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistan, parçeyên din ên Kurdistanê, Ewropa û hemû gelên Îranê alîkariya hev bikin. Erkê mirovahiyê bêyî hikm dabeşkirine (dabeşkirina kel û pel) niha demê dabeşkrina alîkariya bi mexdûrên lêhiyê re ye. Di vê çarçoveyê de em daxwaz ji gelê xwe dikin ku tişta ji destê wan were bikin û alîkariya mexdûran weke erkê mirovahiyê bibînin. Bi vî awayî wê yekîtiya di nava civak û mirovan de ava bibe. Îbadeta mezin û bi nirx ew îbadete ku mirov dema hesiyariyê de alîkariya hev bike û erkê mirovahiyê li beramberî hev pêk bîne.”
‘ENCAMA SIYASETA 40 SALAN A DESTHILATDARIYÊ YE’
Endamê Konseya Rêvebir a KODAR’ê Mezlûm Heften têkildarî helwesta dewleta Îranê beramberî welatiyan a karesata lêhiyê de jî wiah got; “Daxwazên xelkê navçeyan rewa ne, lê dewlet bi avakirina krîzan û rêvebirina krîzan re li gorî berjewendiyên xwe tevger dike. Heman demê alîkariya ji bo welatiyan jî asteng dike. Hikûmeta dagiker a Îranê niha dixwaze hemû alîkariyên mirovî desteser bike û dixwaze bi rêya xwe alîkariya welatiyan bike. Divê hemû xelk li vê rewşê agahdar bikin ku ev cûrêyn reftran a komara Îsalmê ya tirsonke. Jİ ber ku hemû bûyer û karesatên niha encamên desthilatdariya 40 salan a rejîma Baas a Îranê ye. Eger alîkariyek biçûk ji aliyê dewletêve ji bo van navçeyan çêbibe tenê ji bo propaganda û berjewendiya dewletê te wê çêbibe. Tenê welatî dikarin bi rêya piştgirîdayîn û kampanyayên cor be xor dikarin alîkariya xelkê navçeyê bikin”.
‘ÊŞ Û XEMA GELÊ ROJHILAT Û ÎRANÊ PARVE DIKIN’
Mezlûm Heften têkildarî alîkariya bi gel re jî got; “Divê hemû kar ji bo gihandina alîkariyê be û mexûrên lêhiyê jî ji aliyê gel ve werin rêxistin kirin. Nabe alîkariyek demî be divê dewama wê jî hebe. Alîkariya bi xelkê Rud Mişkan û Serpêlî Zehwa û navçeyên din ên îranê divê weke erkekî mirovî were dîtin. Daxwaz ji hemû gelê Rojhilatê Kurdisatn û Îranê dikin ku bi erkê mirovahiyê alîkariya mexdûran bikin. Yekîtî û bihevre bûn, gihandina alîkariyê dikare hemû siyaseta komara Îslamî ya Îranê eşkere bike û hilweşîne. Herî dawî em tevgera Apoyî li Rojhilatê Kurdistanê sersaxî ji hemû malbatên ku kes û xizmên wan di vê karesata lêhiyê de mirine, dixwazin. Xema gelê navçeyê parve dikin û hêviya me weke ku kesên birîndar demek kurt de baş bin.”