Mexmûriyan bi merasîmekê Aysel Dogan bibîr anîn

Li Mexmûrê ji bo şehîd Aysel Dogan kona sersaxiyê hat vedan û merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo endama Koma Aştiyê, jina şoreşger a Kurd Aysel Dogan a ku di encama nexweşiyê de şehîd bû, merasîmeke bîranînê hat lidarixstin, konê sersaxiya hat vedan. 

Merasîm li Saziya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna sedan şêniyên wargehê, bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Piştî rêzgirtinê peyama PAJK’ê ya li ser Şehîd Aysel Dogan, hat xwendin û piştî wê hevberdevka Saziya Malbatên Şehîdan Sultan Yildiztan axivî.

‘JIYANA ŞEHÎD AYSEL TÊR Û TEJÎ TÊKOŞÎN BÛ’

Sultan Yildiztan di destpêka axaftina xwe de di kesayeta Şehîd Aysel Dogan de, tevahî şehîdên heyva Gulanê bibîranî û got:

“Heval Aysel komkujiyên li ser Dêrsimê ji nêz ve nas kiriye û rastiya dewleta Tirk baş dîtiye. Heval Aysel jî wek Şehîd Bêrîtan, ti caran li hember xiyanetkaran serî netewandiye. Heval Aysel heta kêliya jiyana xwe ya dawî, têkoşiya û gihişt şahadetê. Wek gelê Mexmûrê em pir xemgînin. Em hemû Şehîd Aysel ji nêz ve nasdikin û berxwedana wê ya li dijî dagirker û xiyanetkaran, dizanin. Dema ku dijmin êrişî goristanên şehîdan dikir, li wir Heval Aysel got ku; dijmin ji hestiyên me ditirse. Ev yek rastî ye û dijmin ji hestiyên şehîdên me ditirse. Şehîd Aysel di girtîgehê de jî maye û berxwedana Mazlum Dogan û rêhevalên wî baş dîtiye. Jiyana Şehîd Aysel têr û tejî têkoşîn bû. Li wargehê jî maye û li vir bi me re çend caran ket çalakiya greva birçîbûnê. Em minetdarê keda şehîdanin. Em soz didin ku emê heta dawî li pe keda wan bimeşin û em soza pêkanîna xeyalên şehîdan dûbare dikin.”

Piştî axaftina Sultan Yildiztan, merasîma bîranînê bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bimre xiyanet” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

Li Saziya Malbatên Şehîdan a wargehê, ji bo Şehîd Aysel Dogan konê sersaxiyê hatiye danîn, xelkê wargehê û saziyên wargehê kom bi kom serdana konê sersaxiyê dikin.