Mexmûr bang li civaka navneteweyî kirin

Meclîs Gel a Demokratîk a Mexmûr piştî êrişa 5’ê Hezîranê ya li ser kampê ya li ser dewleta Tirk û şûnde bang li civaka navneteweyî û hikûmeta Iraqê kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

Meclîsa Gel a Demokratîk ya wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkildarî gef û êrişên li ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) daxuyanî da. Bi sedeman welatiyên wargehê tevlî daxuyaniya li ber avahiya meclîsê bûn. Piştî qedeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel a Wargeha Mexmûr Elî Urek daxuyanî xwend.

Di destpêka daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Em weke gelê wargehê ne ji ber hejarî û feqiriyê penaberbûne, ji ber ku me bêmafiya li wir pêk dihat qebûl nekir, panaber bûn. Rayadarên Hikumeta Iraqê, Wezareta Koç û Koçberan, Neteweyên Yekbûyî û raya giştî ya dilsoz, weke penaberên siyasî yên Wargeha Penaberan ya Mexmûrê em dixwazin bi vê peyama vekirî di derbarê rewşa xwe  de we agahdar bikîn, her wiha daxwaz û hêviyên xwe pêşkêşî we bikin. Weke gelê penaber yê Wargeha Mexmûrê hem di jiyana xwe ya li ser gundê bav û kalên xwe hem ji di jiyana xwe ya penaberiyê de ji sedema pêkanînên dewleta Tirk em bi zorî û zehmetiyên gelek mezin re rû bi rû man û me di vê rêyê de gelek bedel ji dest dan. Sedemê penaberî û derbederbûna me dewleta Tirkiyê ye. Em ji ber polîtîkaya wan ya tine hesibandina mafên me yên rewa, îro li Wargeha Mexmûrêne û ev 28 sale em penaberîn. Em ne bi daxwaza xwe bûne penaber, me ji dixwast li ser axa xwe weke hemû gelên cîhanê bi nasname û zimanê xwe jiyana xwe bidomênîn. Em ji dixwazîn jiyanekî di nava aşitî û aramiyê de jiyan bikîn.”

Di berdewama daxuyaniyê de wiha tê destnîşankirin: “Rayedar û hêzên di ber jiyana me de berpirsyar, weke gelê Mexmûrê em dixwazîn bi şêweyek zelal ji bo we diyar bikîn û dixwazîn hûn ji me fêm bikin, ya Tirkiye beriya 28 salan anî serê me û di jiyana penaberiyê de dayî berdewam kirin, îro li Mexmûrê jî dixwaze bi heman şêwazî qirkirin û komkujiyan pêkbîne. Bi hêcet û egerên bê bingeh me dixe armanç, gef li me dixwin û dixwazin aramiya civaka me têk bidin. Raste em ji ber mafên xwe yên rewa penaber bûne, em piştgirî didîn têkoşîna azadiya gelê Kurd ya dibin pêşengiya Rêber Apo de pêşketî, em bi raman û felsefeya Rêber Apo ve girêdayîne, em wargehek ya sivîlanin û piranî şêniyên me ji zarok, jin, pîr û kalan pêktê. Desthilatdariya AKP –MHP ya li Tirkiye, desthilatdariyek faşîste. Ev desthilatdarî hem aramiya herêmê têk dide hem ji li her cihekî ku Kurd lê heyî, dijminahiya gelê Kurd dike. Ji ber ku ev dewleta faşîst rojane li ser gelê Kurd qirkirina pêktîne û îro jî dixwaze pêkbîne, em dijberî vê desthilatdariyê ne.

BANGA

Weke gelê Penaber yê wargeha Mexmûrê em bang li tevayî gelên cîhanê, Neteweyên Yekbûyî, Wezareta Koç û Koçberan, hikumeta navendî ya Iraqê, saziyên mafê mirovan dikîn li hemberê van êrişên li ser me bibin xwedî helwest û wargeha me bi parêzin. Em daxwaz ji we dikîn hûn berpirsyariyên xwe li beramberê me bi cih bênin.”