Mexdûrê qeyûm jî di bin aşûtê de ma

Yek ji kesên di karesata aşûtê de jiyana xwe ji dest da Mûrat Kapagan ê 27 salî ye. Kapagan li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji aliyê qeyûm ve ji kar hatibû derxistin.

Ji ber aşûta ku roja Sêşemê li navçeya Miksê ya Wanê ket bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dan, ku yek ji wan Mûrat Kapagan ê 27 salî ye. Kapagan di sala 2015'an de di dema HDP'ê de li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dest bi kar kir û malbata xwe xwedî dikir. Di sala 2016'an de qeyûm dawî li karê wî anî. Piştî ku belasebep ji aliyê qeyûm ve ji kar hate derxistin, demeke zor û zehmet ji bo Kapagan û malbata wî dest pê kir.

KEKÊ WÎ Û BAVÊ WÎ GIRTÎ NE

Kapagan ku havînê li salonên dawetê garsontî dikir, mehên zivistanê jî li bajarên Tirkiyeyê kîjan kar bi destê wî diket dikir ji bo malbata xwe xwedî bike. Piştî çend rojan wê biçûya Edîrneyê û bixebitiya. Lê belê jiyana wî li Miksê di bin aşûtê de bi dawî bû. Kekê wî û bavê wî girtiyên siyasî ye. Roja ku karesata aşûtê rû da diçû Miksê gel malbata xwe.