Meşên li Berlîn û Hannoverê di roja duyemîn de ne

Meşên dirêj ên li Hannover û Berlînê ku li dijî komploya navneteweyî û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tên, di roja duyemîn de ne.

Li paytexta Elmanya Berlînê, Kurd û dostên wan di roja duyemîn a çalakiyê de saet 11:00 li ber Dêra Kurfurstendamê li hev kom bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, li ser komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an axaftin hatin kirin û komplo hate şermezarkirin.

Komîteya Amadekar her wiha qedexe û astengiyên li pêşiya dirûşma "Bijî Serok Apo" û posterên Ocalan şermezar kir.

Çalakger wê di roja duyemîn de ji Kreûzbergê heta meydana Kottbûsserê bi 12 kîlometreyan bimeşin. Di meşê de dirûşmên ji bo Ocalan tên qîrîn.

HANNOVER

Meşa dirêj a li bajarê Hannover ê Elmanyayê jî di roja duyemîn de ye. Meşa dirêj a sê rojan ji bajarokê Langenhagenê dest pê kiribû.

Beriya ku çalakî dest pê bike polîsên Elman bi hinceta wêneyên Ocalan dest danîn ser pankartan. Ji komîteya amadekar Altûn Bîschoff nerazîbûn nîşanî polîsan da û di hevdîtinên beriya niha de yên bi polîsan re ji wan re gotibûn ku wê destûra pankartan bidin. Bîschoff got, "Lê belê li ser soza xwe nesekinînin" û diyar kir ku helwesta polîsên Elman li dijî hiqûqê ye.

Kurdistanî û dostên wan di roja duyemîn de saet 11:00 li pêşiya Leîne Center a Laatzenê li hev kom bûn.

Di meşê de ku bi sedan kes amade ne, pankarta bi nivîsa "Ji ber rewşa tenduristiyê ya dramatîk a Abdullah Ocalan em dixwazin tecrîd tavilê bi dawî bibe" hate hildan. Di pankartê de her wiha xala 3'emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ya li ser qedexekirina êşkenceyê hate bibîrxistin. Li gund bû bajarokên ku meş jê derbas bûn, belavok hatin belavkirin û ji bo Ocalan dirûşm hatin qîrîn.

Roja sêyemîn a meşê wê roja Duşemê saet 11:00 li ber gara trenê ya Hannoverê dest pê bike.

Piştre wê li pêşiya Parlamenta Eyaleta Saksonya Jêrîn mîtîngek pêk were û dosyayek pêşkêşî parlamentê bê kirin. Komîteya amadekar bang li Kurdistaniyan û dostên wan kir ku roja Duşemê li pêşiya gar a trenê li hev kom bibin.