'Meşa Amarayê ya ji bo azadiyê' destpê kir

'Meşa Amarayê ya ji bo azadiyê', ku bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, destpê kir.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 25 sal in li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîdê de tê ragirtin, keta 75 saliya xwe. Bi boneya 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna Abdullah Ocalan ber bi gundê Amarayê yê Xelfetî ya Rihayê ve meş tê lidarxistin.

Meş, bi dirûşma “Ji bo azadiyê ber bi Amarayê ve” tê lidarxistin û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirina re (MEBYA-DER), Federasyona Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) pêşengtiya wê dikin.

Ev zêdetirî 3 sal in destûr nayê dayîn Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike lewma tu agahî jê nayên girtin. Ji bo meşa bi boneya rojbûna Abdullah Ocalan tê lidarxistin ji gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê gelek kes li Taxa Elîgor a navçeya Pirsûs a Rihayê hatin gel hev.

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz beriya meşê li ser navê girseyê daxuyaniyê dide.