Mertalên Zindî serdana şêniyên Qendîlê kirin

Çalakgerên Mertalên Zindî bi wesîleya cejna Remezanê serdana gundên Qendîlê kirin.

Çalakiya Mertalên Zindî ya Ciwanên Welatparêz ên Başûrî ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dest pê kiriye ev hefteyeke dewam dike. Heta niha ji gelek cihan welatî hatine serdana çalakgeran.

Mertalên Zindî jî bi wesîleya cejna Remezanê sibeha Înê serdana gelek gundên Qendîlê kirin.

Ciwanên welatparêz ku bi baldarî ji aliyê gundiyan ve hatin pêşwazîkirin, qala armanca çalakiya xwe kirin.

Wekî din, tê payin ku Kurdistaniyên Bakurî yên li Başûrê Kurdistanê dimînin serdana çalakgerên mertalên zindî bikin.