'Mertalên Zindî' li dijî dagirkeriya Tirk tevgeriyan

Komek ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser xaka Kurdistanê, weke mertalên zindî ber bi herêmê ve bi rê ketin.

Ciwanên başûrê Kurdistanê, bi aramnca şermezarkirin û pêşîlêgirtina hewldanên dewleta Tirk ên dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê, berê xwe dane Qendîlê. Wê ciwan, li herêmên di bin serweriya gerîla de çalakiya mertalên zindî pêk bînin. 

Ciwanên ji Kerkuk, Çemçemal û Silêmaniyê hatî li navenda Silêmaniyê li he civiyan û wê piştî bi ciwanên ji herêma raperînê hatî re, ber bi Qendîlê ve bi rê bikevin. 

Ciwanên Rojava û Rojhilatê Kurdistanê jî destek dane çalakiya ciwawanên başûrê Kurdistanê. 

Tê payîn ku piştî ciwan gihiştin Qendîlê, wê daxuyaniyek bidin çapemeniyê û dest bi çalakiya xwe ya mertalên zindî bikin.