Mêrdîn li dijî terora qeyûman li ber xwe dide

Li Mêrdînê li dijî terora qeyûman gel xwest ber bi Şaredariya Mezin a Mêrdînê ve bimeşe. Polîsên Tirk bi ava jidiyayî êrîş birin ser gel. Gel li kolanê bi dirûşmeyên berxwedanê li ber xwe dide.

Li Mêrdînê gel û parlamenterên HDP'ê li dijî terora qeyûman xwestin ku ber bi avahiya şaredariyê ve bimeşin. Polîsên Tirk bi dijminane, bi ava jidiyayî û gaza îsotê êrîş birin ser gel. Li dijî terora polîsên Tirk gel û parlamenteran rêya Mêrdîn û Qoserê girt. Polîsên Tirk li ser vê behtir dîn û har bûn û bi ser gel de çûn. Berxwedêr bi dirûşma ''em serê xwe li ber zextan natewînin'' li ber xwe didin.

Rêya trafîkê hê jî girtiye, bi êrîşa polîsan welatiyek birîndar  bû.