Melîk û Ayyildiz hatin bîranîn

Siyasetmedarên Kurd Mûhsîn Melîk û hevrêyê wî Mehmet Ayyildiz li ser gora xwe hatin bîranîn.

Siyasetmedarê Kurd Muhsîn Melîk ku yek ji damezrînerê HADEP’ê bû û hevalê wî Mehmet Ayyildiz ên di 2’yê Hezîrana 1994’an de li Rihayê di encama êrişa çekdarî de hatin kuştin, di salvegera 27'emîn a kuştina xwe de li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Bîranîn li Goristana Deriyê Heranê ku gorên herdu cangoriyan lê ne, pêk hat. Hevjîna Melîk, Senay Melîk û xizmên xwe, Parlamenterê HDP’ê Nusrettîn Maçîn, rêveberên HDP’ê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî bîranînê bûn.

Senay Melîk di bîranînê de axivî û destnîşan kir ku hevjînê wê Muhsîn Melîk li Kurdistanê bûye remze û têkiliya wî însanan gelek baş bû û xelkê jê hez dikir. Senay Melîk da zanîn ku girêdana wî ya bi têkoşîna demokrasiyê û mafê mirovan re baweriyê dida însanan û ev ronîbûn ji bo hêzên dijminane bûbû tirs û wî kirin hedef. Melîk anî ziman ku 27 sal in ew ji bo edaletê têdikoşin û heta rûbirûbûn nebe wê ev êş û xemgînî neqede û heta kujer neyên darizandin wê qîrîna wan berdewam bike. 

Parlamenterê HDP’ê Nusrettîn Maçîn jî wiha got: “Îro carek din rûyê van çeteyan derket holê. Çeteyan kesên têkoşîna azadiyê didan qetil kirin. Muhsîn Melîk li Rihayê ji bo rêya demokrasiyê navek remze bû. Lewma çeteyan tehamulî sekna wî şoreşger kir. Lê tiştek ku ev çete nizanin heye, ji şoreşgerên Kurdistanê kesek biçe, bi hezaran şoreşger tên şûna wî. Em li vir carek din dibêjin; heta ku Kurdistan azad nebe em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”

Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Rihayê Ziya Çalikan jî got: “Hevalê me Muhsîn Melîk ê ku têkoşîna demokrasiyê dida, ji aliyê hêzên tarî ve hat qetilkirin. Em bi sekna wî ya kedkar bi rêzdarî bibîr tînin.” 

Beşdaran qerenfîl danîn ser gora Melîk û Ayyildiz û bernameya bîranînê bi dawî bû.