Meletî: Berxwedana dayikan bi rûmet e

Li ser navê Rêveberiya Komîteya Zindanê ya PAJK’ê Yaser Meletî diyar kir ku berxwedana dayikan a li hemberî faşîzma AKP û MHP’ê bi rûmet e.

Li ser navê Rêveberiya Komîteya Zindanê ya PAJK’ê Yaser Meletî diyar kir ku wê şaş be mirov faşîzma AKP û MHP’ê wekî desthilatariyeke 20 salî binirxîne û bal kişand ser vî tiştî ku li ser Kurdan faşîzmeke bi hezaran salan heye.

Li ser navê Rêveberiya Komîteya Zindanê ya PAJK’ê Yaser Meletî ji Radyoya Dengê Welat re axivî. Meletî bal kişand ser berxwedana grevên birçîbûnê û rojiya mirinê û got ku “Girîng e ku em vê pêngava berxwedan, girêdayîna wê ya bi şehîdan re çêbikin. Heke bîr û baweriya şehîdan nebûya, wê ev têkoşîn ne hêsan bûya.”

AKP Û MHP NE DESTHILATDARIYEKE 20 SALÎ NE

Meletî diyar kir wê şaş be ku mirov ji faşîzma AKP û MHP’ê bibêje desthilatdariyeke 20 salî ne, ji ber ku li ser Kurdan faşîzmeke bi hezaran salan heye. Meletî bal kişand ser vî tiştî ku wê qels be ku mirov faşîzma AKP û MHP’ê bi pêvajoya li Îmraliyê re binirxîne û got ku “Ji ber ku rastiya Rêbertî, di heman demê de rastiya gelekî bindest e. Ji ber vê jî tecrîda li ser Rêbertî, tecrîda li ser demokrasî û gelan e. Ji ber ku Rêbertî li dijî feraseta hegemonîk û desthilatdariya bi hezaran salan a mirovayetiyê rastiyeke paradîgmayê pêşkêş kir. Bi vî awayî em dikarin fêm bikin ku çima tecrîd ev qasî giran e.”

HELWESTA GELÊ KURD MEŞRÛ YE

Meletî diyar kir ku gelê Kurd li hemberî faşîzma AKP’ê li ser lingan e û got “Helwesta gelê Kurd ya li hemberî faşîzma AKP’ê meşrû ye. Hewl tê dayîn ku berxwedan were sabotekirin. Ji ber ku faşîzma AKP û MHP’ê hatiye deşîfrekirin û rûyê rast ê Erdogan derketiye holê.”

Meletî diyar kir ku berxwedana bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li hemû qadan belav bûye û got ku “Ev pêvajo bi pêşengiya jinan tê lidarxistin. Ev berxwedan xwe dispêre pêşengiya Bêrîtan, Zîlan û Bêrîvan. Heval Leyla li ser vê mîrateyê hewl da vê pêvajoyê ava bike. Aliyekî civakî yê vê berxwedanê jî heye. Pêşengiya zindanan ji bo Tevgera Azadiyê ya gelê Kurd nirxekî xwe yê manewî heye. Ev pêvajo bi giyanê Berxwedana 14’ê Tîrmehê hatiye destpêkirin.”

DAXUYANIYA WEZARETA EDALETÊ

Meletî diyar kir ku daxuyaniya Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul a ji rakirina tecrîdê manîpulasyon û fen e û got ku “Faşîzma AKP û MHP’ê dibînin ku dawiya desthilatdariya wan hatiye. Li pêş me hilbijartina li Stenbolê heye. Wezareta Dadê ji bo ku Kurdan di hilbijartina Stenbolê de bikişîne ba xwe, van derewan dike. Di pêvajoyên 2012-2013’an de jî heman nêziktêdayîna polîtîk nîşan dan lê îro pêvajo cihê ye. Pêngava berxwedanê didome.”

BERXWEDANA DAYIKAN

Li ser navê Rêveberiya Komîteya Zindanê ya PAJK’ê Yaser Meletî diyar kir ku berxwedana dayikan a li dijî faşîzma AKP û MHP’ê bi rûmet e û got ku “Dayikên me pêşengtiyê ji berxwedanê re dikin. Helwesta wan polîtîk, siyasî û îdeolojîk e. Ne rast e ku dayîk bi tenê were hiştin. Qelsî di warê civakî de heye, divê jin û ciwan bi awayekî bihistyar nêz bibin.”