Mele Nezîr du sal in bêyî sedem di girtîgeha PDK’ê de girtî ye

Mele Nezîr ê ku endamê KNK’ê ye û di heman demê de berpirsê YNK’ê yê Zaxoyê ye, du sal berê hate girtin û 7 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. KNK’ê xwest sedema girtina wî were eşkerekirin.

Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs li ser rûpela xwe ya facebookê parvekirinek kir û diyar kir KNK’ê ji bo Mele Nezîr Serokatiya Herêma Kurdistanê jî tê de ji saziyên eleqedar re name şandiye.

Hate diyarkirin ku endamê KNK’ê û di heman demê de yek ji berpirsê YNK’ê yê Zaxoyê Mele Nezîr du sal berê ji aliyê hêzên PDK’ê yên bi navê Parastinê li mala xwe hatibû destgîrkirin.

Karamûs diyar kir herî dawîn 7 sal cezayê girtîgehê li Mele Nezîr hatiye birîn û hê jî di girtîgehê de ye.

Karamûs di nameyê de diyar kir wan pirsîne bê ka Mele Nezîr bi çi tê sûcdarkirin û bi kîjan hincetê 7 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn û got “Rayedarên herêmê heta niha tu daxuyanî nedaye KNK’ê û ne jî ji raya giştî re tiştek eşkere nekiriye. Gelo sûc û gunehê Mele Nezîr çi ye ku evqasî cezayekî giran lê hatiye birîn?”

Karamûs ji rayedarên Herêma Kurdistanê xwest ku bila daxuyaniyekê bidin.