Mehmet Sîncar hate bibîranîn

Wekîlê DEP'ê Mehmet Sîncar di salvegera şehîdbûnê de hate bibîranîn.

Wekîlê DEP'ê Mehmet Sîncar ku 4'ê Îlonê li gel rêveberê Navçeya Bajêr Metîn Ozdemîr li Êlihê bi êrîşeke çekdarî sala 1993'yan şehîd bûbû li Taxa Firatê ya navçeya Qoserê ya Mêrdînê li ser gora xwe hate bibîranîn. Malbata Sîncar, wekîlên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Ocalan, Îmam Taşçier û gelek kes hazir bûn.

SÎNCAR: EM Ê DEV JÊ NEQERIN

Hevjîna Sîncar Cîhan Sîncar li ser gorê axivî û got, ''Çi jî bikin deynê ser stûyê me ye ku em faîlan derxînin holê. Em deyndarî nirxên xwe ne. Heta ku temenê me têrê bike. Heke temenê me têrê neke zarokên me wê dev ji vê dozê neqerin. ''

Sîncar got hewl didin ku wext di ser dozê re biçe û doz bikeve û domand, ''Em ê dev ji doza xwe neqerin. Ev ala şeref û namûsê ye. Em ê vê alayê hildin. Em bang li her kesî dikin. Em sond dixwin li ser vê gorê, em ê têkoşîna demokrasiyê û dijî êrîşan bidomînin.''

 DIJMINATIYA LI KURDAN DIDOME

Wekîlê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier jî got piştî ku Sîncar hatiye şehîdkiri li Kurdistanê gelek gund hatin şewitandin, gelek mirov hatine koçberkirin, 17 hezar Kurd hatine qetilkirin û diyar kir çareya hemû pirsgirêkan bi çareserkirina pirsgirêka Kurd tê.

Wekîlê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan jî got dijminatiya li Kurdan didome.

Wekîlê berê yê DEP'ê û hevalê têkoşînê yê Sîncar Alî Yîgît jî got siyaseta şer hê jî didome, tiştek ji vê siyasetê dernekeve, bi siyaeta şer çareserî nabe û got ew hêvî dikin meseleya Kurd çareser bibe.