Mehmet Încî ji ber polîtîkayên narkotîkê hat kuştin

Îrfan Încî got, "Kesê bi navê Sîphanettîn bi tena serê xwe ev cînayet nekir. Hin cih hene ku pê piştast e. Kurê min li ber jehrkirina ciwanan a bi narkotîk radibû. Vê yekê hin kes aciz kir."

Desthilatdariya AKP/Qesra Erdogan, di çarçoveya polîtîkayên xwe yên şerê taybet de li Kurdistanê ji aliyekî ve bajaran xera dike, li aliyê din jî ciwanên Kurd dehf dide nava çirava sîxurî, narkotîk û fûhûşê. Bi vî rengî hewl dide ciwanên apolîtîk bafirîne. Bi taybetî li navçeyên Rezan û Sûr ên Amedê, çeteyên narkotîkê yên bi desteka polîsan hatine avakirin, zarokên hê di emrê dibistana seretayî de ne bi jehrê dikin. Kesên li ber van polîtîkayan radibin jî dibin hedefa van çeteyan.

Di 4'ê Çileyê de, cenazeyê Mehmet Încî yê 21 salî li ser şiba trenê ya li herêma neqandina sergo ya li taxa Şehîtlîk a navçeya Yenîşehîrê hat dîtin. Medya AKP'ê ev bûyer bi sernavê 'Ji aliyê ciwanê ku xwest wî bibe çiyê ve hat kuştin' weşand. Bi vî rengî hewl da rastiya bûyerê binixumîne. Ev bûyer digihêje çeteyên narkotîkê  yên pişta xwe dispêrin dewletê.

Bav Îrfan Încî da xuyakirin, ku kuştina kurê wî cînayetek ji rêzê nîne û got, "Di êvara bûyerê de kurê min li malê bû. Êşa diranan lê rû da bû. Telefonek hat, kurê min piştî ku bersiv da telefonê, got 'Ez nikarim bêm, hûn bên' û telefon girt. Hevjîna min jê pirsî bê çi bûye, wî jî got, 'tiştek nîne'. Piştî ku êşê lê giran kir, hevjîna min ji bo hebekê bîne çû mala kurê min ê din. Dema ew ji malê derket, careke din telefon ji kurê min re hatiye û Mehmet tevî eşofman derketiye derve. Hevjîna min piştî 20 deqeyan vegeriya malê û dema dît Mehmet ne li malê ye bi telefonê lê geriya û jê re got, 'Min derman ji te re anî, tu çû ku derê?' Wî jî jê re got, 'ez derketim ji bo cixarê bînim, ez ê niha vegerim'. Em li benda vegera wî bûn, lê agahiya mirina wî hat."

'CÎNAYETEK JI RÊZÊ NÎNE'

Bav Încî got, "Hevalê kurê min, Sînan Kaya û zavayê Aykût Cîhan Akinci bi taksiyê kurê min birin nêzî şiba trenê ya li herêma neqandina ji hev a sergo ya li taxa Şehîtlîkê. Li vê derê Sîphanettîn û Aykût dîtine. Sîphanettîn ketiye milê Mehmet û ew biriye ber bi şiba trenê ve. Cîhan jî daye dû wan. Piştre Sîphanettîn bi gule berdaye paş stuyê Mehmet." Bav Încî wiha dewam kir: "Piştî ku Mehmet mir, Aykût bi çeka di bûyerê de hat bikaranîn çû Amîriya Navenda polîsan a Şehîtlîkê û bi gotina 'xwest min bibe çiyê, min jî berda wî' teslîm bû. Ji bo bûyerê binixumînin, kurê min bi vî rengî sûcdar kirin. Lê rastiya bûyerê gelekî cuda ye. Ji ber ku kurê min nedixwest ev mirov zarokan bi jehrê bixin, hat kuştin. Her kesên li Sûrê, Sîphanettîn nas dike. Ev kes li dikaneke li herêma Eskîhalê kirê kiriye, bi desteka hine kesan narkotîkê difiroşe û vê jî bi vekirî dike." Bav Încî destnîan kir, ku medya AKP'ê û dewlet ji bo nixumandina bûyerê, derewan dike.

Bav Încî anî ziman, kujerê kurê wî hê serbest e û got, "Ev kesê bi navê Sîphanettîn, cînayet bi tena serê xwe nekiriye. Hin cih hene ku pê piştrast e û pişta xwe dispêrê. Kurê min ji bo ciwanên li herêmê daxwaza edaletê dikir. Kurê min tiştekî nebaş nekir. Kurê min li ber jehrkirina ciwanan a bi narkotîk radibû. Vê yekê hin kes aciz kir."