'Meha Gulanê ji bo gelên Rojhilata Navîn meha Şehîdan e'

Kasim Engîn diyar kir, "Li ser vê erdnîgariyê gelên Asûrî-Suryan, Ermenî, Kildan, Çerkez hwd. tim ji aliyê desthilatdaran ve hatine qirkirin û ev qirkirin jî meha Gulanê pêk hatiye. Ji bo wê ye ev meh ji bo gelan meha Şehîdan e."

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn di şexsê Hakî Karer de hemû şehîdên meha Gulanê bi bîr anî û got: "Ji bo gelê li ser vê erdnîgariyê dijîn, ger dibe Gulan dibe meheke ya şehîdan. Bi gotinek din dibe meheke têkoşîna li hember tarîtî. Bila bê bîra me, ya ku qedera Rojhilata Navîn ewqasî parçe kir, Sykas Pîcot bû. Ev peyman di meha Gulanê de pêk hatiye. Lewma di vê meha xetere de têkoşîna li dijî tarîtiyê pêk hat. Tarîtî û ronahîtî li hember hev herî zêde di meha Gulanê de li ser erdnîgariya me têkoşiyan."

Endamê Komîteya Navendî ya PKK!ê Kasim Engîn di nirxandinên xwe de bal kişand ser van xisûsan:

"Li Kurdistanê meha Gulanê bûye meha zor û zehmetiyan, bûye meha hêviya li dijî koledarî, zordarî û serdestan. Di dîroka me ya kûr a 1639’an a parçekirina Kurdistanê de, zilm û zordariya li ser Kurdan destpê dike.

'JI BO GELAN MEHA ŞEHÎDAN E'

Li ser erdnîgariya ku em li ser dijîn, qirkirina gelê Suryan, Kildan 15’ê Gulana 1915’an pêk hat. 4’ê Gulana 1937’an Qirkirina Dersimê ye. Li ser vê erdnîgariya ku em dijîn, bi taybet li ser axa me her meha Gulanê bûye cihê êrîşa faşîstan. Eger ku bê bîra me, faşîzm di esasê xwe diyariya Îtihat û Teraqiyan e ku ji bo giştî cîhanê ye weke Qirkiriniya Ermeniyan, Suryan, Kildan, Qirkirina Kurdan, Qirkirina Çerkez, Pûntûsiyan û Ereban, Cuhiyan e. Di encamê de erdnîgariyeke pir zêde bi pêşengtiya Îtihat û Terakî ya faşîst, faşîzma ku esas ji jor ve hate pêşxistin, gelek gelên qedîm ên herêma me di qirkirinê de derbas kirin. Rastî jî gelek ji van bûyeran em her meha Gulan dibînin. Têkoşîna me, di Şoreşa Kurdistanê de meha Gulanê rastî cihekî taybet e. Şehîdbûna Hakî Karer 1977’an, şehîdbûna Halîl Çavgûn 1978, Ferhat Kurtay û hevrêyên wî 1982’an, şehîdbûna hevrê Mehmet Karasûngûr ji bo bikare yekîtiya Kurdan çêbike 1983’an, şehîdbûna Remezan Kaplan, dîsa şehîdbûna hevrê Hozan Mizgîn, Fermandarê Mezin Otomotîk Merwan, her wiha ev rêza şehîdan ê ku heta roja îro jî tê, bi hevrê Azad Sîser, Çeko Amedan a 2016’an di esasê şoreşa Kurdistanê de Meha Gulanê rastî jî her bûye Meha Şehîdan.

Lê ev rastî tenê ji bo Kurdistanê ne derbasdar e, li Kurdistanê bê guman şehîdbûna Leyla Qasim 15’ê Gulan 1968’an, Silêman Mûyînî şehîd bûye. Dîsa li Rojava şehîdên yekem ê YPG’ê di meha Gulanê de pêk hatine. Em vê jî dizanin li ser erdnîgariya me şoreşgerên mezin ên Tirkiyeyê Sînan Cemgîl 1971’an, Denîz Gezmîş û hevrêyê wî 6’ê Gulana 1972’an de, dîsa şoreşgerê mezin serî da ser neda Îbrahîm Kaypakkaya 18’ê Gulana 1973’an, Ûlaş Bayraktaş 9’ê Gulanê de şehîd bbûne. Bê guman li rojhilatê welat jî şehîdbûna Suleyman Muyînî, Şîrîn Elemhûlî û hevrêyên wê. Ev hemû şehîdbûnên ku di meha Gulanê de pêk hatine. Wekî din çawa ku li Kurdistanê di kesayetiya hevrê Hekî Karer de meha Gulanê weke meha Şehîdan dinirxînin, heman tişt ji bo çep û sosyalîst û şorşegerên Tirkiyeyê jî di kesayeta Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan de tê nirxandin. Heman demê erdnîgariya em li ser dijîn, gelê ku em qedera xwe bi hev re parve dikin, gelê Ereb jî 6’ê Gulanê weke roja şehîdan dinirxîne. Çima 6’ê Gulanê weke roja şehîdan dinirxînin. Ji ber ku Îtihatkerên faşîst çawa ku qirkirina Ermenî û Sûryanan, Kildanan pêk anînbûn, heman tişt li ser gelê Ereb jî pêk anî bû. Rewşenbîrên Ereb sala 1916 bi destê Îtihatkerên faşîzan bi sedan rewşenbîrên wan li meydanên Şamê hatibûn darvekirin. Di wê wateyê de erdnîgariya em li ser dijîn, ger dibe Gulan dibe meheke ya şehîdan. Bi gotinek din dibe meheke ya têkoşîna li hember tarîtî. Bila bê bîra me ê ku esas qedera Rojhilata Navîn hiştin ku ewqes parçe bibin, li Saykes Pîcot destpê kir. Peymana Saykes Pîcot di meha Gulanê de pêk hatiye. Di vê wateyê de divê em di meha Gulanê de dijîn, pêwîste were dîtin ku ev mehe meha herî xeder, hiştk û têkoşîna li hember tarîtiyê hatiye meşandin. Tarîtî û ronahîtî li hember hev herî zêde li meha Gulanê de li ser erdnîgariya me têkoşîn kirin. 

'BI QASÎ ÊRÎŞ, DAGIRKERÎ Û MÊTINGERÎ LI KURDISTANÊ HEYE, LI TI DEVEREKÎ DIN Ê CÎHANÊ TINE'

Bi taybet di têkoşîna me de, li Kurdistanê gelek şehîdên me di meha Gulanê de çêbûn. Di wê wateyê de li hember dagirkerî, mîtîngerî û hovîtiya qirker a faşîzan herî zêde berxwedêrên Kurdistan di vê mehê de li ber xwe dane. Di vê wateyê de şehîdbûna heval Hakî Karer ji bo me wate ye. Li tu derê cîhanê mêtingerî weke li Kurdistanê de dijwar nebûye. Li tu derê cîhanê mêtingerî ziman qedex nekiriye, nasname nehatiye girtin. Erê hikûm kirine, dagirkirine, dest danîne ser ked û nirxên aborî û ser erd û bin erd, serî dane tewandin. Ev yek li seranserî cîhanê hatiye kirin. Ev dagirkerî û mêtingerî bi qasî li Kurdistanê hatî kirin, li ti derê nehatiye kirine. Li ti cihê cîhanê demê hêzên serdest çûne deverek dagirkirine, nasnameya wan red nekiriye, zimanê wan qedexe nekiriye. Ew li rê û rêbazên din yên helandinê re derbas kiriye. Lê ne giha wê astê ku tev di qirkirinê re derbas bike.

Lê ew negihişte asta ku bi wê pişavtinê re hemûyan ji qirkirinê re derbas bike. Ji qirkirinekî wisa ya di milê çandî û fîzîkî de derbas bike ku mirovên li wê herêmê ji xwe birevin. Li Kurdistanê dagirkerî û mêtingeriya faşîzan a Tirk, dagirkeriyekî herî hişk li ser asta cîhanê meşandiye. Çima? Çavkaniya xwe ji kû derê girtiye? Çavkaniya xwe ji hêzên Îttîhad-Tereqî yên ku faşîzm diyarî giştî cîhanê kiriye digire. Ew faşîzme ku xwe dispêrê senteza Îslama Tirk, Tirkperestî, faşîzma ku weke mînak qirkirina Ermenan pêkaniye. Dema Hîtler dixwaze qirkirina Cihûyan pêkbîne yan jî plan dike, çend hevalbendên wî li dijî wê derdikevin û dibêjin em nikarin wê rakin; vala vala wê gotinê nabêje ango ‘Kê li hemberî Îttîhat Tereqî dengê xwe derxistiye?’ Yan jî Hîtler vala vala negotiye ku ‘Atatirk bavê min e’. Vala vala negotine ku ew Îttîhat Tereqî pêşengê me ne. Di wê wateyê de faşîzma herî hişk li ser asta cîhanê, li ser Kurdistanê û erdnigariya em lê dijîn, hêzên faşîzan ên netewperestê Tirk meşandine. Ji bo wê jî têkoşîna li wê erdnigariyê pir dijwar derbas dibe. 

'DI ROJA ÎRO DE JÎ ÊRÎŞÊN PIR DIJWAR LI SER GEL, GOR Û NIRXAN TÊN KIRIN'

Ji ber wê jî têkoşîna ku li wir tê meşandin pir domdar û dirêj dibe. Hê di sala 1977’an de hevrê Hakî Karer hate şehîdxistin û heta îro jî tekoşîneke bêhempa dimeşe. Weke me anî ser ziman têkoşîna li hemberî tarîtiyê pir dijwar dimeşe. Em bala xwe bidinê îro jî, rojê ku em têre derbas dibin ne dûrî mêtingeriya hişk û faşîzan a ku li hemberî gelê Ermen, Sûriyan, Pontûzan û Çerkezan hatî meşandin e ya li hemberî Kurdan didin meşandin. Niha jî heman tişt tên kirin. Em bala xwe bidinê îro jî êrîşekî pir dijwar li ser saheya legal a siyasetê tê meşandin. Êrîşekî pir dijwar li ser gorên me tê meşandin. Goran hildiweşînin. Bi cenazeyên wan tê lîstin. 

Her roj êrîşên cuda cuda, bi bombebarankirina ser erdnigariyên din ên me ve êrîş berdewam dikin. Mîrateyên me yên dîrokî di bin avê de têne hiştin. Dîsa em bêjin bi sed hezaran ciwan di girtîgehan de tevî wan nexweşiyên ku xeteriyên xwe hene wana bi mirinê re rû bi rû dihêlin. Bi gotinekî din ew êrîş yan jî ew hincetên derketina şoreşgerên Kurdistanê îro jî ew a xwe diparêze. Îro jî rewabûna xwe diparêze. Li hemberî faşîzmekî wiha ya ku ti mînakên wê nîne, li hemberî wê rewabûna têkoşîn yan jî rewabûna têkoşîna li dijî wê bi hemû aliyên xwe we diparêze. Di wê wateyê de têkoşîn wê di heman demê de hê bêhtir û geştir bimeşe. Bêguman ew têkoşîn bê bedel nabe. Ji ber ku hêza faşîzan ti mafê Kurdan nas nake. Her wiha ne tenê Kurd ber ku ti mafê mirovan nas nake. Ew ji bo gelê Tirk jî derbasdar e. Ji bo çep, sosyalîst û demokratên Tirk jî derbasdar e. Ew ji bo Elewî û Êzidiyan jî derbasdar e. Ew ji bo gelên dîtir, rengên dîtir yên li ser wê erdnigariyê dijîn jî derbasdar e. 

Di roja îro de bi tifaqa faşîst a Erdogan-Bahçelî ya Ergenekon û her wiha yên ku bi wan re jiyan dikin, yên ku bi carekê ve dixwazin weke Osmaniyên Nû erdnigariya me dagir bikin. Di heman demê de hê wêdetir ew ji bo helwesta ku li hemberî faşîzmê têkoşîn were kirin zêdetir derbasdar e. Ji bo wê divê em vê meha Gulanê, meha Şehîdan bibîr tînin û herî zêde tiştê ku mirov bîne ser ziman ew dibe. 

'TÊKOŞÎNA RONAHÎ Û TARÎTIYÊ'

Têkoşîna li hemberî tarîtiyê dewam dike. Çawa ku di dema xwe de Zerdeşt li hemberî yên ku Ehrîmentiyê dikin, li hemberî yên ku rola Ehrîmentiyê dilîze û yên ku dixwastin li Rojhilata Navîn tarîtiyê bimeşînin; di şexsê împratorên hovane ya dema Dehaqan de, çawa ku bi rêya ronahiya Ehûra Mezda ve têkoşîn kirin ew helwesta demê ya Zerdeşt îro jî derbasdar e. Şehîdên me, şehîdên şoreşa têkoşîna Kurdistanê bêguman şoreşgerên giştî yên cîhanê yên ku di wê oxirê de canê xwe li hemberî tarîtiyê dan heman rol û rist leyîstin û îro jî ew derbasdar e. Ji bo wê jî tiştê ku em bêjin ew e ku divê em şehîdên xwe yên meha Gulanê bibîr tînin. Pêwîstî heye ku ji hemû deman zêdetir em li dora rastiyên ku xwe îspat kirine yê ku şehîdên me bi jiyana xwe, xwe îspatkirine û tiştek ji bo xwe nexwestine bi taybetî di şoreşa Kurdistanê de tevahî şoreşgerên Tevgera Azadiyê ji bo xwe tiştek nexwastine, ji bo xwe heta gorek jî nexwestine, tenê çi xwestine, tenê xwestine ku li Kurdistanê dayik, bav, zarokên me bi gotinekî din gelê me her wiha gelên herêmê bikaribin nefesekî rehet û azad bistînin. Ji bo wê têkoşîn kirine û jiyana xwe ji dest dane. 

Em carekî din di meha şehîdan de di şexsê hevalê Hakî Karer de bang li şoreşger, çep, sosyalîst û demokratên Tirkiyê û Îslamgirên rasteqîn yên li hemberî zilm û îsrafê têkoşîn dikin bi taybetî di meha Remezanê de her wiha bang li tevahî gelên Sûriyê, çep û sosyalîstên wan dikin, bang li gelên Îranê dikin, bêguman em bang li tevahî Kurdan dikin; yên ku naxwazin di bin mêtingeriya Tirkiyê de bijîn li kêlek û pêş şehîdên xwe bi bîryadariyeke mezin bimeşin û li hemberî tarîtiya faşîzan a Erdogan-Bahçelî û Ergenekonan bisekînin. Di wê watê de ew têkoşîna me bi pêşengtiya şehîdên me, şehîdên têkoşîna me û şehîdên şoreşa giştî cîhanê, heta ku ew hukma rejîma tarîtiyê hebe wê bidome."