Medenî Yildirim ê ku leşkerên Tirk ew kuştibûn li Amedê hate bîranîn

Di protestokirina qaleqola li Licê de leşkerên Tirk Medenî Yildirim kuştibûn. Yildirim li ser gora xwe hate bîranîn.

Di 28’ê Hezîrana 2013’an de li gundê Hêzana Licêya Amedê li hemberî çêkirina qaleqolan çalakiyeke protestoyê hatibû lidarxistin. Di vê çalakiyê de Medenî Yildirim ji aliyê leşkerên Tirk hatibû kuştin. Di salvegera kuştîna wî de Yildirim li Goristana Yenîkoyê ya Amedê hate bîranîn. Xizmên Yildirim, parlementerê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier, endamên TJA’yê jî di nav de gelek kes tevlî bîranînê bûn.

Taşçier di bîranînê de axivî û got “8 sal derbas bûye lê hê jî kujerên wî nehatine darizandin. Wî mafê xwe yê protestoyê bi kar anî. Em bi hezkirin wî bi bîr tînin û vê qetlîamê şermezar dikin.”

Dayika wî Fahriye Yildirim jî diyar kir kurê wê Medenî bi qestî bûye hedef û got “Kujer li holê ne lê doza me 8 sal in didome. Di nava 4 saniyeyan de kurê min kuştin. Mafê dewletê tuneye ku kurê min bikujin. Li vî welatî edalet tune lê em dev ji doza xwe bernadin. Em ê Medenî nedin jibîrkirin.”

Piştî bîranînê beşdaran qerenfîl danîn danin ser gora Medenî Yildirim. Bîranîn bi sloganên ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.