Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Rûsyayê tifaqeke nû kirin

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand, ku wan bi Rûsyayê re tifaq kirine û li gorî vê yekê, wê gundên li rojavayê Minbicê ji bo ji artêşa Tirk û çeteyên wê bên parastin, radestî yekîneyên ewlekariya sînor a rejîmê bên kirin.

Di daxuyaniya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de wiha hat gotin:

"Parastina sivîlan ji şer, ewlekirina Minbicê û pêşîgirtina li planên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û armancên me yên ji bo hemû gelên Sûriyeyê ne.

Ji bo pêkanîna van armancên xwe, weke Meclîsa Leşkerî ya Minbicê em radigihînin, ku gundên li rojavayê Minbicê yên di navbera hêzên me û çeteyên artêşa Tirk de ne, ji bo parastina vê xetê, di çarçoveya tifaqa bi rayedarên Rûs re hat kirin de, me radestî hêzên dewleta Sûriyeyê kirine."