Meclisa Gel a Mexmûrê: Îdiayên MÎT’a Tirk ne rast e

Meclisa Gel ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê diyar kir îdiayên dewleta Tirk a dagirker ya ku dibêje, MÎT li Mexmûrê operasyon li dar xistiye, ne rast e.

Dewleta Tirk a dagirker di nava çend rojên borî de îdia kir ku MÎT’a Tirk di encama operasyonek li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê de, 2 gerîla girtine û birine Tirkiyeyê.

 Meclisa Gel ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê têkîldarî îdiayên dewleta Tirk a dagirker  daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Em weke wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 28 sal in bi êrişên dewleta Tirk a dagirker yên hewayî, bejahî û derûnî re rû bi rû tên. Li hember van hemû êrişan em weke gel têkoşînek bêhempa didin meşandin û di xeta azadiyê de bi israr dimeşin. Dewleta Tirk a dagirker her ku li hemberî vê îradeya me û tekoşîna gerîlayên azadiyê derbên giran dixwe, berê xwe dide şerê taybet. Dewleta Tirk a dagirker îdia kir ku MÎT’a Tirk di encama operasyonek li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê de, 2 gerîla girtine û radestî Tirkiyeyê kirine.

Em Meclîsa Gel a Demokratîk ya Mexmurê vê îddaya wan ya derew îfşa dikin û dibêjin bûyera ku weke operasyonek MÎT’ê di 14 Îlona 2022’an de dibêjin, li wargeha me pêk nehatiye û îddîayên dewleta Tirk derew in.”