Meclîsa Bakur ji bo Qendîlê banga yekitiyê kir

Meclîsa Bakurê Kurdistan li Qendîlê serdana çalakgerên mertalên zindî kirin. Di serdanê de axaftin hatin kirin û ji bo Qendîlê banga yekitiyê hate kirin.

Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê ji her beşên civakê nerazîbûn tê nîşandan û çalakî tên kirin. Piştgiriya ji bo çalakiya mertalên zindî ya Tevgera Ciwanên Welatparêz û Tevgera Jinên Welatparêz ku 8’ê Hezîranê li Qendilê dabûn destpêkirin, didomin.

Rojên derbasbûyî Rojavayiyên li Ranya, Qeladiz û Başûr dimînin serdana çalakiya mertalê zindî kiribûn. Piştre hunermend, Pêşmergeyên Dêrîn û siyastemedarên Başûrê Kurdistanê çûbûn Qendîlê û serdana çalakgeran kiribûn. Meclîsa Bakur jî berê xwe da Qendîlê. Meclîsa Bakur a li Başûrê Kurdistanê di saetên sibê de bi armanca piştgirîdayîna çalakgerên mertalên zindî li Silêmaniyê berê xwe dan Qendilê.

‘ERDOGAN HAR BÛYE’

Piştî pîrozkirina cejnê yek ji berpirsên Tevgera Ciwanên Welatparêz Welat Cengîz têkildarî çalakiya mertalê zindî ku ev 8 roj didome de agahî da Meclîsa Bakur.

Cengîz diyar kir ku Erdogan di rewşeke harbûnê de ye û her roja diçe gefên dagirkerî û êrîşan li gelê Kurd dixwe. Cengîz got Qendîl wateyeke manevî ya xwe heye û wiha domand; “Qendîl yek ji nirxên gelê Kurd ku bi xwîna geê Kurd, çiya û keviran hatiye avdan e. Jİ ber vê sedemê me çalakiya xwe ya mertalê zindî li vê derê da destpêkirin”.

‘DIVÊ HEMÛ KESÊN XWEDÎ WIJDAN LI DIJÎ ERDOGAN RAWESTE’

Piştre li ser navê Meclîsa Bakûrê Kurdistanê ya Başûr Salih Baykan axaftinek kir. Salih Baykan çalakiya Mertalên Zindî silav kir û piştgiriya xwe anî ziman. Baykan destnîşan kir ku Dewleta Tirk wekî marekî birîndar li Rojhilata Navîn jehra xwe belavî her derekê dike û wiha dom kir: “Erdogan di demeke ku ji bo hilbijartinan kêm maye de, hewl dide ku dengên xwe zêde bike. Erdogan hewl dide ku hebûna xwe li ser tunebûna gelê Kurd bide avakirin.”

Baykan anî ziman ku pêwîste hemû gelê Kurd, hemû kesên xwedî wijdin li dijî faşîzma Erdogan-Bahçelî derkevin û ev bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya Iraqê kir: “Divê li tu derekê bêdengî nebe. Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê pêwîste li dijî bêhiqûqiya dewleta Tirk bêdeng nebînin.”

‘JI BO BERXWEDANA QENDÎLÊ DIVÊ YEKÎTÎ ÇÊBIBE’

Baykan, her wiha ji hemû kesî xwest ku destekê bidin berxwedana gelê Qendîlê û got: “Qendîl rûmet û şerefa her kesî ye. Pêwîste hemû hêzên siyasî û parastinê yên Kurd ji bo berxwedana Qendîlê bibin yek.”