Meclîsa Avaker a Şengalê bi wesîleya 2. salvegera damezrandina meclîsê daxuyaniyeke nivîskî weşand û salvegera damerandinê li civaka Êzidî pîroz kir.
Meclîsê bibîr xist, ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de fermaneke mezin li civaka Êzidî rabû û diyar kir, hêzên li Şengalê bi erka ewlekarî û parastinê radibûn, di dema êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de ti bersiv nedan. Di daxuyaniya Meclîsê de hat gotin, "Li şûna ku li ber xwe bidin, bi sed hezaran mirov di nava lepên dijmin de hiştin. Bi hezaran zarok û dayik ketin destê DAIŞ’ê û hatin kuştin."
Meclîsa Avaker a Şengalê da xuyakirin, ku reva van hêzan re, ji aliyê îdarekirinê ve li Şengalê valahiyek rû da û civaka Êzidî ku baweriya xwe êdî bi van hêzan nema, meclîsa xwe ava bikin.
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, endamên vê meclîsê bi şêwazeke demokratîk hate hilbijartin û hat gotin, "Her wiha hêzên me yên leşkerî YBŞ û YJŞ hatin damezrandin. YBŞ/YJŞ'ê bi berxwedana xwe ya pîroz û tekoşîna xwe ya bê sekin di rûpelên dîroka Êzidiyan de bi tîpên zêrin hatin nivisandin. Bi sedan çeteyên DAIŞ’ê bi destê ciwan û keçên lehengên yên Êzîdxanê hatine kuştin."
GELÊ ME ÊDÎ DIXWAZE BI RENGEKÎ XWESER BIJÎ
Daxuyaniya Meclîsa Avaker a Şengalê wiha dewam kir; "Li gorî bernameya Meclîsa Avaker amadekarî tên kirin ku xweseriya Şengalê were ragihandin. Ji ber ku ev daxwaz ya gelê me ye. Gelê me êdî dixwaze bi xweser bijîn. Li gorî destûra bingehîn a Iraqê a madeya 125’ê naveroka vê xalê maf dide hemû kêm neteweyên Iraqê ku xwesertiya xwe ragihînin. Em jî wekî gelê Êzidî daxwazî ji hikumeta Iraqê dikin ku vê madeyê cî be cî bikin û helwestên xwe eşkere bikin. Tradejiya ku hatî ser gelê me û ji bo ji van tengasiyan derkevin û naskirina hemû mafên gelê me yên rewa wekî hemû gelên Iraqê bi serbestî jiyana xwe berdewam bikin."
Meclîsa Avaker a Şengalê di dawiya daxuyaniya xwe de ev bang kir; "Her wiha em daxwazî ji Neteweyên Yekbûyî, hemû rêxistinên mafê mirovan û bergiriya mafên kêmneteweyan dikin, doza me bişopînin û çareser bikin, fermana ser gelê me de hatî wekî jenosîd qebûl bikin. Hêzên navneteweyî hemû cihên ku Êzidî lê dijî parastina wan bikin û komîteyek navneteweyî were avakirin ji bo şîrovekirina sedemên fermanê û kesên berpirs û destên wan nava fermanê de hene bibin dadgehê û werin darizadin, da ku cezayê xwe wergirin."