Meclîsa Şengalê: Li Nexweşxaneya Sikêniyê 4 kedkarên tenduristiyê û 4 şervan şehîd bûn

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ragihand ku di êrişa doh a dewleta Tirk de ya li ser Nexweşxaneya Sikêniyê 4 kedkarên tenduristiyê û 4 şervanên YBŞ’ê şehîd bûn. Meclîsê diyar kir ku ev êriş sûcekî li dijî mirovahiyê ye û bang kir.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê li ser êrişa dewleta Tirk a li ser Nexweşxaneya Sikêniyê ya Şengalê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

‘BI HEFTEYAN E EM WEKE CIVAKA ÊZIDÎ ŞÎNA ŞEHÎDÊN XWE DIKIN’

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, “Ev bi hefteyan e ku em wekî civaka Êzidî şîna şehîdên xwe dikin. Ji ber ku desthilatdarên cîhanê û dijminên Êzdiyatiyê meha Tebaxê li me kirine meha fermanê. Meha Tebaê ji bo me kirine meha reş. Destpêka mehê di salvegera fermana 2014’an de me şehîdên xwe yên fermanê bibîranîn. Di 14-15’ê Tebaxê de me qurbaniyên komkujiya Til-Izêr, Sîba Şêx Xidir, Girzerik û Koçoyê bîranîn. Her wiha 15’ê Tebaxê salvegera şehadeta Mamê Êzidiyan, stûna Êzîdxanê Mam Zekî bû. Me ked û hewlên wî yên ji bo Êzîdxana azad bi minetdarî silav kir.

‘SEÎD HESEN BI NAVÊ RÊVEBERIYÊ WÊ BI KAZIMÎ RE RÛNIŞTA, DI ROJEKE WIHA DE EW ŞEHÎD XISTIN’

Lê ji ber ku dijminên Êzdiyatiyê van komkujiyan ji bo me têr nedîtin, êrîşên xwe berdewam kirin. Du roj beriya niha, 16’ê Tebaxê, li sûka kevin a Şengalê êrîşeke bêbext a komploger li hemberî fermandarê me yê hêja û parêzvanê Şengalê Seîd Hesen û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda hate pêşxistin. Êrîşeke namerd, bêbext û bi dek û dolaban ve tijî. Wekî tê zanîn hevalê Seîd Hesen li gel ku fermandarekî hêja ya civaka Êzidî bû her wiha ji bo çareseriya pirsgirêka Şengalê gelek kar û barên giranbuha yên siyasî û diplomatîk dimeşand. Beriya niha gelek caran bi şandeyên hikumeta Iraqê re rûniştiye û hewl daye Xweseriya Şengalê mîsoger bike. Du roj berê ango 16’ê Tebaxê jî Şehîd Seîd Hesen li ser navê Rêveberiya Xweser amadekariya hevdîtina bi Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî dikir. Di rojeke bi vî rengî de ew û hevalên wî hatin armanc kirin û şehîd ketin.

‘KAZIMÎ LI ŞÛNA KU LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ GOTINEKÊ BIKE, RAGIHAND KU WÊ TÊKILIYÊN BI DEWLETA TIRK RE XURTIR BIKE’

Ev êrîş li ber çavê Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî pêk hat. Kazimî wek Serokwezîr ewroj li Şengalê bû. Lê derbarê vê êrîşê de ne Serokwezîr Kazimî ne jî hikumeta Iraqê tu daxuyanî nedan. Li şûna ku li hemberî dagirkeriya Tirk çend gotinan bike, Serokwezîr Kazimî li ser gorên komî yên Koçoyê got ku ew ê têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk re xurttir û berfirehtir bikin. Her wiha Peymana 9’ê Cotmehê xist rojevê û got ew dixwazin vê peymanê bixin meriyetê. Rojev, helwest û gotinên Serokwezîr Kazimî yên piştî êrîşa hovane ev bûn.

‘ÊRIŞÊN DU ROJÊN DAWÎ YÊN LI SER ŞENGALÊ, XELEKEK NÛ YA FERMANÊ YE’

Hê konê sersaxiyê ya hevalê Seîd Hesen û Îsa Xwedêda li erdê bû û şîna wan dihat kirin, duh jî dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer êrîşeke hovane li Nexweşxaneya Sikêniyê kir. Beriya her tiştî em dixwazin vê tiştê bêjin; êrîşên du rojên dawî ya li ser Şengalê xelekek nû ya li ser fermanan e. Ev êrîşên rojane an jî ji rêzê nînin. Em baş di wê ferqê de ne ku dijminên Êzdiyatiyê bi van êrîşan dixwazin çi bikin û çi peyamê bidin me.

‘ÊRIŞA LI SER NEXWEŞXANEYA SIKÊNIYÊ SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE’

Êrişa Nexweşxaneya Sikêniyê ne êrişeke ji rêzê ye. Wekî yek ji sûcên mirovahiyê ketiye nav rûpelên dîrokê. Ji ber ku li gor yasayên navneteweyî jî li gor wijdan û ehlaqa civakî jî, êrîşa li ser nexweşxaneyê sûc e, bêehlaqî û bêwîjdaniyeke mezin e. Li gorî yasayên şer jî nexweşxane nayê bombebarankirin, êrîş li ser nexweşxaneyan nayê kirin. Wekî di daxuyaniya YBŞ’ê de jî hatibû diyarkirin, ev nexweşxane di heman demê de di xizmeta civaka Êzidî û Ereb de bû. Dayik, zarok, keç û xortên civaka Şengalê di vê nexweşxaneyê de dihatin dermankirin. Lê dewleta tirk a dagirker li ber çavê hemû cîhanê vê nexweşxanê bi balafirên şer bombe kir. Li ber çavê hikumeta Iraqê, li ber çavê Neteweyên Yekbûyî, li ber çavê hemû dinyayê vê êrîşe kir. Ne carekî jî 4 caran nexweşxane bombebaran kir. Piştî êrîşa yekemîn xelkê ku xwest xwe bigihîne birîndaran, carekî din hatin bombebaran kirin. Xelkê canê xwe da ber xwe û wisa şehîd û birîndarên xwe ji bin xirbeyan derxist. Di bombebaranê de nexweş, bijîşk û xebatkarên tenduristiyê, şervanên YBŞ’ê kû ewlehiya nexweşxaneyê dikirin, hemû hatin armanc kirin.

‘BI ÊRIŞAN HEWL DIDIN PEYMANA 9’Ê COTMEHÊ BIXIN MERIYETÊ’

Ev hemû êrîş hewldanên fermanên nû ya li ser Êzidiyan e. Tiştê ku ji van hemû êrîşan re dibe zemîn jî Peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera dewleta tirk, hikumeta Iraqê û PDK’ê de ye. Gelê me ji destpêkê ve vê peymanê wekî peymana fermanê binav kiribû. Li hemberî vê peymanê berxwedaneke dîrokî pêş xistibû û di esas de ev peyman bêhikum kiribû. Di kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê de ev peyman wekî fermaneke nû û komployekî hatibû tarîf kirin.

Heya niha dixwestin bi zextên siyasî, bi dorpêçkirin û bi gefan vê peymanê bixin meriyetê. Lê nekarîn îradeya me teslîm bigirin. Xuya ye dijminên Êzdiyatiyê li hemberî vê sekn û helwestê, planeke nû di asta komployê de xistine meriyetê û biryara van êrişan dane. Di salvegera fermanê de, di 3’ê Tebaxa îsal de Serokê PDK’ê Mesut Berzanî bi boneya salvegera fermanê peyamek belav kiribû û li şûna ku ji ber reva PDK’ê rexnedanê bide gef li Şengalê kiribû û gotibû ‘Şengal mîna niha namîne’. Yanî ew ê rewşa Şengalê biguhere. Jixwe ev demekî ye PDK bi daxuyaniyên xwe Şengalê dike hedefa dewleta Tirk a dagirker. Heman roj rayedarên Amerîkî yên Iraqê, sefîrê Tirk a Bexdayê, nûnertiya Neteweyên Yekbûyî û Serokwezîrê Iraqê Kazimî jî bi yekdengî Peymana 9’ê Cotmehê xistin rojevê. Em dixwazin bêjin, rast e yê êriş dike dewleta Tirk a dagirker û qirker e. Lê em baş dizanin ev êriş di çarçoveya plansaziyeke herêmî û navdewletî de pêş dikevin.

‘ME BERÊ JÎ GOT, EM NIHA JÎ DIBÊJIN; BERDÊL ÇIQASÎ GIRAN JÎ BE EMÊ NEHÊLIH KOMPLOYA 9’Ê COTMEHÊ PÊK WERE’

Me berê jî got em niha jî dibêjin. Em çiqas bedelên giran jî bidin, em rê nadin komploya 9’ê Cotmehê pêk were. Gotina me ya dawî ev e. Heya hikumeta Iraqê jî li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk gaveke navêje, helwest diyar neke Iraq jî şîrikê vê êrîşê ye. Jixwe ji Peymana 9’ê Cotmehê heya niha çi wext rayedarên hikumeta Iraqê hatine Şengalê, êrişên dewleta tirk çêbûne. Herî dawî di serdana Serokwezîr Kazimî de ev êrîşên dawî pêş ketin. Lê balkêşe, ne serokwezîr daxuyaniyek daye ne jî hikumeta Iraqê. Em dipirsin; çima hikumeta Iraqê bêdeng e? Di vê komployê de rola hikumeta Kazimî çiye? Dewleta Tirk çawa asîmanê Iraqê ji bo qetilkirina hemwelatiyên Êzidî bikartîne? Heya niha parlamenta Iraqê, partiyên siyasî yên Iraqê, derdorên olî tu daxuyanî derbarê van êrîşan de nedane. Ev bêdengî vê tiştê bi me dide fikirandin. Xuya ye di van êrişan de hevpariya van hemû hêzan heye. Xuya ye Iraq, PDK, dewleta tirk di bin çavdêrê û piştevaniya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê de dixwazin bi van êrîşan Peymana 9’ê Cotmehê bixin meriyetê. Em dixwazin bi taybet ji nûnertiya Neteweyên Yekbûyî pirs bikin, li ber çavê we êrîşê nexweşxaneyek hate kirin û komkujiyek pêk hat. Li gor hevpeymana we jî ev sûcê mirovahiyê ye. Nûnertiya we ya ku her roj derbarê Şengalê de daxuyanî li ser daxuyanî dide, çima ji bo vê êrîşê tiştek nabêje?

‘BERPIRSYARIYA SIYASÎ YA VAN ÊRIŞAN LI SER MILÊ HIKUMETA IRAQÊ YE’

Êrîşên dawî her çiqas bi destê dewleta tirk tê kirin jî, berpirsyariya siyasî ya van êrîşan li ser milê hikumeta Iraqê ye. Ji ber ku Şengal di bin serweriya Iraqê de dijî. Lê di van êrîşan de jî derket holê ku Iraq nikare civaka Êzidî û Şengalê biparêze. Wekî dayikek Êzidî pirs kiribû “Ka kerameta dewleta Iraqê.” Car din îspat bû ku Êzidî, parastin û rêveberiya xwe nikare teslîmî tu hêzî bike. Ji bilî mîsogerkirina Şengala Xweser tu rê û rêbazê ku civaka Êzidî ji ferman û êrîşan bipareze nîne.

BANGA LI ÊZIDIYAN: LI DIJÎ VAN ÊRIŞAN BIBIN YEK

Li ser vê esasê em destpêke bang li hemû civaka Êzidî dikin. Xewn û xeyalê Mam Zekî û Şehîd Seîd Hesen e jî. Em tifaqa xwe bikin. Em li hemberî van êrîşan bibin yek dil. Em bi yekîtî û tifaqê rê li ber fermanên nû bigirin. Plan û komployeke nû li ser serê Êzidiyan digere. Em bi hev re vê plana bêbext xira bikin. Ya din em bang li wijdana mirovahiyê dikin. Êrîşa li ser Şengalê êrîşa li ser mirovahiyê ye. Divê li çar aliyê cîhanê mirovahî ji bo parastina Şengalê bikevin nav liv û tevgerê. Û herî dawî em dibêjin ku hun çi komplo û planan bixin meriyetê jî, em çiqas bedelên giran bidin jî em ji doza Êzîdxana azad, Şengala Xweser nayên xwarê. Bila soza me ji hemû gelê me re be, emê ji bo mîsogerkirina Şengala Xweser kar û xebatên xwe mezintir bikin. Emê tola hemû şehîdên xwe rakin. Em sersaxiyê ji bo malbatên şehîdan û hemû civaka Êzidî dixwazin. Şehadeta keç û xortên Êzidî îrade û baweriya me xurttir kiriye. Ewê Şengal teslîm nebe, ewê Şengal li ber xwe bisekine û ewê Şengal azad bibe!

LI NEXWEŞXANEYA SIKÊNIYÊ 8 KES ŞEHÎD BÛN; 4 JÊ ŞERVANÊN YBŞ’Ê, 4 JÎ XEBATKARÊN TENDURISTIYÊ NE

Di encama van êrîşên hovane de hejmarek şehîd û birîndarên me çêbûn. Ji duh ve ye ku em hewl didin nasnameya şehîd û birîndaran zelal bikin û ragihînin. Lê ji ber bombebarana giran, teşhîskirina cenazeyan û zelalkirina nasnameya şehîdan dereng ket. Bi giştî di encama êrîşên duh yên li hemberî Nexweşxaneya Sikeniyê 8 kes şehîd bûne 4 kes jî birîndar in. Ji 8 kesên şehîd 4 kes şervanên YBŞ’ê ne ku li nexweşxaneyê dihatin dermankirin. 3 şehîd xebatkarên tenduristiyê ne ku xizmeta civaka Êzidî dikirin. Şehîda bi navê Muhlîse Sîdar ku bi eslê xwe ji Şirnexê ye jî (Bakurê Kurdistanê) di salvegera fermana 2014’an de dema bangawaziya seferberiyê hate kirin, ji bo birînên civaka Êzidî derman bike wekî bijîşk hatibû Şengalê û ji wê demê ve ye ji bo xelkê xizmeta tenduristiyê dikir. 4 kesên bi navê Hesen, Evdî, Semîr û Macîd ku di bombebaranê de birîndar bûne jî, hemû xebatkarên tenduristiyê ne.

NASNAMEYA ŞEHÎDAN

Navê şehîdan;

Hemîd Sadun (Qîran Sîba), Şervanê YBŞ’ê

Xidir Şeref (Pîr Xidir), Şervanê YBŞ’ê

Ramî El Salim (Ronî), Şervanê YBŞ’ê yê Ereb ji Baacê

Meytem Xidir Xelef (Serhed Zemar),Şervanê YBŞ’ê yê Ereb

Elî Reşo Xidir, Xebatkarê Tenduristiyê

Sedo Îlyas Reşo,Xebatkarê Tenduristiyê

Hecî Xidir,Xebatkarê Tenduristiyê

Muhlise Sîdar, Xebatkara Tenduristiyê”