BI DÎMEN

'Me têkoşîna wan, ji cihê mayî, bi hêza ku wan dayî me hilgirt'

Par 10’ê Çile li navçeya Artemêtan a Wanê, 12 gerîlayên HPG’ê ji hêla dewleta Tirk ve bi komployekê hatibûn înfazkirin. Gerîlayên ku hatibû kuştin li Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin bibîranîn.

Gerîlayên bi navê Rûbar Serhat (Denîn Aşkan), Serhat Bahrewan (Şaban Gunay), Celal Kandîl (Fazıl Kuş), Çekdar Başkale (Mehmet Siddik Orhan), Erîş Tekman (Serhan Yildiz), Navdar Masîro (Ahmet Ozer), Mazlum Colemerg (Naîm Tekîn), Gernas Aras (Fuat Akdemîr), Cîlo Ferlat (Umit Urgen), Armanc Canfeda (Ekrem Mete), Argeş Colemerg (Esmer Yıldız) ve Berxwedan ErdÎş (Umît Gurbuz) ku par 10’ê Çile li Wanê hatibûn qetilkirin, ji ber sedema salvgera şehîdbûna wan li Qadên Parastina Medyayê ji hêla hevalên wan ve hatin bibîranîn.

Yek ji 12 gerîlayên ku ji bo têkoşîna azadiya Kurdistanê şer dikir û jiyana xwe ji dest dayî Serhat Bahrewan bû. Têkoşîna Serhat Bahrewan a li Qendîl, Behdînan û Botanê  hevalê wî yê têkoşînê gerîlayê HPG’ê Deverîm Botan vegot. 

‘XWE BI DIL Û CAN TEVLÎ NAV PÊVAJOYA AVAKIRINÊ KIR’

Devrîm Botan dibêje, wî Serhat Bahrewan 2014’an li Wanê nas kiriye û xwedî karekterekî wiha bû ku di jiyanê de, di şer de bi her hawî divê mînak were girtin. Devrîm Botan got: ‘’Kesayatiya hevalê Serhat ku hê di temenê xwe yê zaroktiyê de tevlî nav refên têkoşînê bûbû, di nav partiyê de bi teşe bûbû. Karekterekî wiha bû, çanda ku ji Rêbertiya Partiyê wergirtî derxistibû asta hişmendiyê. Têrbûna ji vê çandê, neqşkirina vê ya li jiyana gerîlatiyê û avakirina wê, bi têkoşîneke milîtanî ya ku li dijî xwe dayî pêk hatibû. Li ser vê hevalekî wiha bû ku bi dil û can xwe tevlî nav pêvajoya avakirina neteweya demokratîk kiribû. Hevalekî wiha bû ku li ser zemîna paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadîxwaziya jinê, bi çanda jiyanê ya Apoyî xwe gihandibû, hevalên li derdora xwe jî dikişand, her demê hewl dida ku jiyanê watedar bike û azad bike.’’

‘ME EW BI ŞÊWAZA JIYANA WÎ YA MILÎTANIYA APOYÎ NAS KIR’

Botan diyar kir, di hevrêtiya Serhat Bahrewan de, her demê fedekarî derketiye pêş, li gelek qadên cihê yên Kurdistanê têkoşîn daye û li ser tevlêbûna wî ya nav şer jî wiha dibêje, ‘’ Di nav şerê germe germ de, her demê digot, ‘’bila guleya pêşî ez bavêjim, li şûna ku ziyan bigihije hevalê min bila bigihije min, bila serê neynûka hevalê min jî neêşe’’ Botan diyar kir, Serhat xwedî karekterekî wiha bû ku li dijî dijmin tim xwedî hêrsekê bû, li dijî karekterê ku sîstemê ava kirî û li dijî van tim di nav têkoşînê de bû û ev giyanê xwe yê têkoşînê tim geş dikir, bi berdewamî Botan dibêje, ‘’ dema ku birîndar dibû jî, ev birîndarbûna xwe li pêş têkoşînê weke astengekê nedidît, nedihişt ku hevalên wî pê bihisin ku birîndar bûye. Me ew nêzîkatiya wî ya devlikenî, ya ku tim jiyan şên dikir, gewherê jiyana azad nû dikir û dida me, me tim ji xwe re weke mînak digirt. Me hevalê Serhat, heta ku şehîd bûyî jî, me ew wiha nas kir ku tim taybetmendiyên şêwaza jiyana Apoyî zindî digirt.’’

‘JI CIHÊ MAYÎ ME TÊKOŞÎNA WAN HILGIRT’

Botan 12 gerîlayên ku par li Wanê hatibûn qetilkirin careke dî bi bîr anî û got, ‘’têkoşîna ku hevalên me dayî, bi hemû zindîbûna wê, bi hêza ku wan dayî me, li cihê ku mayî me hilgirt. Em ê têkoşîna wan bidin jiyîn û li ser zemîna paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadixwaziya jinê, li ser rêgezên hîmên manîfestoya civaka demokratîk ku Rêberê me danî holê, bi hurmetdayineke mezin a li keda hevalên me, em ê têkoşînê bidomînin.’’

‘FERMANDAREKÎ KU NIRXÊN XWE RADEST NEKIRÎ’’

Rûbar Serhat (Denîz Aşik) jî yek ji wan gerîlayan û her wiha fermandarek bû ku di nav 12 gerîlayan de jiyana xwe ji dest dabû. Hevalên têkoşînê yên Rûbar Serhat, Firaz Makû û Rêber Fuat Mêrîvan behsa Rûbar Serhat kirin.
Firaz Makû diyar kir ku ji dema ku ew tevlî nav partiyê bûye Rûbar Serhat nas dike û wiha got, ‘’Di xebatên Rojhilat de ew siûda me çêbû ku em bi hev re bimînin û bi hev re bixebitin. Piştre di pratîkê de jî em çûne cihên cuda, çawa ku xeyala hemû gerîlayan e, hevalê Rûbar jî dixwest biçe Bakurê Kurdistanê û şertên azadiyê ji bo Rêbertî biafirîne. Digot, ‘divê em şoreşê pêk bînin’ Makû li ser şêwaza jiyana Rûbar Serhat jî digot, ‘’disîplîna hundurîn a Şehîd Rûbar dikir ku disîplîna giştî jî pêk were. Dema ku heval dianîn cem hev, dema ku dikir ku ew biponijin, dema ku pirsgirêkên rêxistinî çareser dikir disîplîn esas digirt. Vê helwestê pir bandor li min kir. Min gelek tişt jê wergirtin. Bi helwesta xwe pêşeng bû, encam distand. Bi rastî jî ku mirov bi şêwaza wî û tempoya wî kar bike, dikare encaman bi dest ve bîne. Şêwaza hevalê Rûbar wiha bû ku tim rêxistinî diparast, nirx diparast, nirx dida û nirx zêde dikir’’

 ‘EM Ê ARMANCÊN WAN PÊK BÎNIN’

Makû Wan got, ‘’em weke hevalên fermandarê ku jiyan û nirxê xwe ti carî radest nekirî’’ wê şopdarê wî bin û ji bo 12 hevalên xwe yên ku li Wanê jiyana xwe ji dest dayin jî wiha got: ‘’Li ser milê me barek e ku em bibin şopdarên armanc û hedefên wan. Em ê armacên hevalên xwe bibin serî, em ê azadiyê pêk bînin. Em ê fêkiyên ku hevalên me zivistana 2016’an ji bo azadiya Rêbertî û gelê me ji me re hiştin, bilindir bikin. Hevalên me yên ku di rêka şoreşê de bi kêmasî şer kirin û şehîd bûyin, mîrateyeke pir girîng ji me re hiştin. Heta ku em xeyalên wan pêk bînin, em ê deqeyekê jî jiyana takekesî qet qebûl nekin. Em sond dixwin ku vê şoreşê pêk bînin.’’

‘MIROV DIXWAZ BIKARIBE BIBE WEKE HEVALÊ RÛBAR’

Rêber Fuat Mêrîvan dibêje, 2011-2012’an Bİ Rûbar Serhat re maye û wiha dibêje, ‘’Hevalekî qedilrbilind bû; bi hevrêtî û helwesta xwe mînak bû. Her demê bi coşî û kelecaniyekê dest bi kar dikir. Karê ku dest pê dikir, teqez dixwest ku biqedîne. Şert û merc çi dibin bila bibin, bi hedefa ku karê xwe biqedînê dest pê dikir. Her demê devliken bû û di têkiliyên xwe yên hevrêtiyê de tim bi coş û kelecanî bû. Her demê ji hevalê xw re alîkar bû û moral dida wan. Mirovekî siruştî bû. Taybetmendiyeke wî hebû ku tim pê re ajalekî kedîkirî hebû. Kengî, biçûya kû jî teqez ajalek bi xwe re dibir’’ Bi berdewamî dibêje, ‘’Bi rasatî jî mirov dixwaze bibe weke hevalê Rûbar. Em ê armancên şehîdên me yên ku di ber armancên xwe de li Wanê şehîd bûn, pêk bînin. Li ser vî bingehî em ê têkoşîna xwe bidin. Em ê çeka wan ti caran li erdê nehêlin û tola wan hilînin’’