McGurk bi Barzanî re rûnişt

Nûnerê Taybet ê Têkoşîna Dijî DAÎŞ’ê yê Serokê DYA’yê Donald Trûmp, Brett McGurk li gel şandeyekê bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re rûnişt.

Rûniştina Duşemê li Hewlêrê pêk hat. Li gel McGurk konsolosê nû yê Hewlêyê yê DYA’yê Steve Fagîn jî hazir bû.

Li gorî daxuyaniya ku di malpera Barzanî de weşiyayî aliyan li ser geşedanên dawî yên herêmê û têkoşîna dijî DAÎŞ’ê ya li Iraq û Sûriyê axivîn.

Di civînê de her du aliyan geşedanên bi mebesta avakirina hikûmetê ya li Iraqê û her wiha pêvajoya siyasî ya Iraqê jî nirxandin.

Hate gotin, Barzanî xwestiye ku ji bo ku bikaribin bi Iraqê re bijîn divê garantiyeke zelal hebe û mekanîzmayên vê werin diyarkirin.

Weke her carê derbarê axaftinên bi rayedarên biyanî re yên Barzanî, ti agahiyeke berfireh nehate parvekirin.

DI SÊ MEHAN DE ÇAR HEVDÎTIN

Ji 12’ê Gulanê hilbijartina Iraqê ve Barzanî û McGurk ev bû cara çaran ku têne cem hev.

Serê Tebaxê jî Barzanî û McGurk li hev rûniştin.

Hevdîtin di wê demê de pêk hat ku li Iraqê krîza hikûmetê didome, dewleta Tirk bi destûra PDK’ê êrîşên dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê didomîne.