Mardîn: Gelê Botanê wê faşîzma AKP-MHP'ê bike bin erdê

Endamê Konseya Biryargeha HPG'ê Hakî Mardîn: Faşîzma AKP-MHP'ê bi taybetî li ser herêma Botanê lîstîkên gemarî dilîze. Li gel ku di nav xelekê de tê asêkirin jî gelê me wê faşîzma AKP-MHP'ê têk bibe, bixe bin erdê. Hêviya me ji gelê Botanê ev e.

Endamê Konseya Biryargeha HPG'ê Hakî Mardîn çalakiyên li zindanên Kurdistanê û Tirkiyê yên bi çarçoweya pêngava ''em ê tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin' ji ANF'ê re nirxand. Mardîn li dijî faşîzmê ku li herêma Botanê û tevahiya Tirkiyê heye û li dijî gavên şerê taybet bang li gelê Kurd û Kurdistanê û hemû gelên Tirkiyê kir ku li dijî faşîzma AKP-MHP'ê li ber xwe bidin. Diyar kir ku gerîlayên azadiya Kurd wê bi peywir û berpirsyariya xwe rabin.

Mardîn got faşîzma AKP-MHP'ê bi taybetî ji bo ku Têkoşîna Azadiya Kurd tasfiye bike û qira Kurdan bîne li herêma Botanê xebatên taybet dike, kesên ku hevkariyê bi faşîzma AKP-MHP'ê re dikin sûc dikin, îxanetê li gel û dîroka xwe dikin. Mardîn kesên ku hevkarê bi wan re dikin dengê xwe li wan kir û got divê ev ji hêla gelê Kurd ve neyên qebûlkirin.

Mardin ku hilbijartina 31'ê Adarê ji bo bidawîkirina faşîzma AKP-MHP'ê destpêk  e û bang li gelan kir ku li dijî faşîzmê li ber xwe bidin.

BERXWEDANA LI ZINDANAN BANGA SERFIRAZIYÊ YE

Mardîn bal kişande ser grevên birçîbûnê, got, ew ji pêvajoyeke krîtîk derbas dibin, hevalên wan û gelê Kurd li dijî faşîzma AKP-MHP'ê berxwedaniyeke mezin dikin, bi bîr xist ku bi Medya Çinar re di berxwedana zindanê de 5 hevalên wan bi çalakiya fdayî şehîd bûne û her wiha got li Kurdistanê û li derveyî Kurdistanê gelê  Kurd berxwedaniyeke mezin dike.

Mardîn ku têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtiyên li zindanan û dostê wan banga berxwedanê ye û got, ew vê têkoşînê weke rexneyeke li bara xwe dibînin. Mardîn got, ''Di şexsê şehîda me ya dawî Medya inar de, em hemû şehîdên şoreş û têkoşînê bi bîr tînin, em têkoşîna wan ji bo xwe mîna rexneyekeê dibînin û di pêvajoya ber me de em şervanên azadiyê em ê berxwedan û têkoşînê ya ku ji wan ji me re mîrate maye bi cih bînin.''

FAŞÎZMA AKP-MHP'Ê HEMÛ GELÊN TIRKIYÊ DIKE HEDEF

Mardîn got di pêvajoyeke wiha de hilbijartinên xwecih girîng in û diyar kir, ''Faşîzma AKP-MHP'ê n tenê gelê Kurd û Kurdistanê kiriye hedefa xwe, hemû gelên Tirkiyê û derdorên demokratîk kiriye hedefa xwe. Bi rengekî bê pîvan, bi zordarî faşîzmê li ser gel dike. Em hişkere bibêjin, ev faşîzm û êrîş tenê bi berxwedanî û têkoşîneke mezin dikare were şikandin. Ji bo vê jî di serî de gelê Kurd û Kurdistanê, hemû gelên Tirkiyê divê berxwedane geş bikin. Faşîzm encex wiha dikare were hilweşandin, şikandin.''

ÇI JI DESTÊ KÊ TÊ LI DIJÎ FAŞÎMZÊ DIVÊ BIKE

Mardîn bi domdarî got faşîzm qonaxa xwe ya dawî dijî, nexasim li Bakurê Kurdistanê li ser gelê Kurd êrîşên faşîst didomin, li hin herêman jî faşîzm êrîşên xwe girantir dike û li ser gel êrîşên terorê dike û domand, ''Nexasim li Botanê ji bo ku şaredariyên di destê gelê Kurd de bistîne her cure bêexlaqtiyê, her cure kirtêtiyê dike. Em bawer in ku gel hay ji vê heye. Lê ne bes e ku mirov tenê hay jê hebe. Ji ber ku tiştên ku têne kirin li ber çavan e. Ji bo vê jî çi ji dest kê tê divê di vê pêvajoyê de li dijî faşîzmê raweste.''

LI BOTANÊ LÎSTIKÊN GEMARÎ YÊN FAŞÎZMA AKP-MHP'Ê SAZKAR IN

Mardîn bal kişande ser lîstikên gemarî yên faşîzma AKP-MHP'ê ya li ser herêma Botanê û got, ''Faşîzma AKP-MHP'ê nexasim li herêma Botanê lîstikên gemarî dilîze. Li herêma Botanê, li Şirnex, Êlkê, hemû bajarên Botanê û Colemêrgê, bi dek û dolaban dixwaze dengê gelê me bidize û şaredariyan desteser bike. Em jî ji nêz ve dişopînni, leşker, polîs, kontra û çeteyan tînin herêmê û dixwazin di hilbijartinê de dek û dolaban bikin. Her wiha li ser hevkarên xwe yên li herêmê dixwazin polîtîkayên xwe yên gemarî bi cih bînin. Em ji nêz ve vê dişopînin û em polîtîkayên gemarî dibînin. Ji bo vê jî gelê me li bara van kesan divê hişyar be. ''

Mardîn got Serokkomarê Tirk Erdogan gelê Kurd û Kurdistanê tine dihesibîne, hemû siyaseta xwe li ser vê dike û got di rewşeke wiha de kesên ku dengê xwe bidin Erdogan sûcekî mezin dikin û di vê pêvajoyê de divê ev wiha were fêhmkirin. Mardîn diyar kir Erdogan dixwaze qira  Kurdan bîne û AKP-MHP bi vê armancê ya xwe kirine yek û domand, ''Em bi vê bawer in, gelê Kurd û gelên Kurdistanê û nexasim gelê Botanê li dijî vê faşîzmê wê xwedî helwest be û bersiva hewce bide.''

GELÊ BOTANÊ WÊ FAŞÎZMA AKP-MHP'Ê BIXE BIN ERDÊ

Mardîn got, ''AKP nexasim li Şirnexê polîtîkayên pir gemarî dike. Bi hemû leşker û polîsan dixwaze Şirnexê bike nav xelekê. Ev rûyê berbiçav ê polîtîkaya AKP ya li ser Şirnexê ye. Li gel vê, rûyê wê ku nayê xuyakirin jî heye, divê êdî ev rû jî were dîtin''. Mardîn got ew bawer dikin ku gelê Şirnexê berê li dijî faşîst û diktatoran çawa helwest nîşan dabe niha jî wê bersiva hewe bike, ti gumana wan ji vê tine û domand, ''Ji bo vê jî gelê me yê Şirnexê ne divê ku tenê dengekî jî nede faşîzmê. Ji ber ku li Şirnexê gelê me yê ku berdêl nedayî nemaye. Ê ku mal, gundê wan nehatî şewitandin û xirakirin, nemaye.''

Mardîn got gelê Botanê û Şirnexê şoreşger e, şoreşger ne tenê ji bo malbata xwe û herêmê têdikoşin, ji bo hemû mirovahiyê têdikoşin û gelê Şirnexê li gel ku di nav xelekê de jî maye wê faşîzma AKP-MHP'ê hilweşîne, bike bin erdê û domand, ''Ji gelê Botanê û Şirnexê hêviya me ev e''. Mardîn wiha axivî: ''Ji bo vê jî Şirnex, Qileban û hemû bajar û gundên Botanê li dijî vê faşîzmê wê serfiraziyê ragihînin. Ji gelê me yê Botan û Şirnexê bendewarî û hêviya me ev e.''

CERDEVAN DIVÊ LI CEM KOMKUJAN CIH NEGIRIN

Mardîn bang li cerdevanan kir ku nebin hevkarê vê faşîzmê û wiha axivî: ''Di pêvajoyeke wiha de, te divê bila cerdevan be, te divê bila welatparêz be, çi kesê ku li Kurdistanê dijî, divê li dijî faşîzma AKP-MHP'ê bibe xwedî helwest û hevkariyê pê re neke. Em bang li cerdevnan dikin; divê hevkariyê bi vê faşîzmê re nekin ku dixwaze qira Kurdan bîne. Heke bi qasî serê derziyê jî hîsên Kurdewarî û Kurdistanîbûnê bi wan re mabe dive xwe nekin parçeyek ji van polîtîkayên gemarî û vê qebûl nekin.''

ÊN KU HEVKARIYÊ BI ZILMKARAN RE DIKINE ÎXANETÊ DIKINE

Mardîn bal kişande ser derdorên ku hevkariyê bi faşîzma AKP-MHP'ê re dikin û got, ''Em dibihîsin ku li herêma Botanê û nexasim li Şirnexê hin derdor bi rengekî vekirî ji faşîzmê re dixebitin. Ev rewş ji aliyê me ve nayê qebûlkirin. Ji ber ku hevkariya bi faşîzmê re, xebata ji faşîzmê re xeta me ya sor e. Ên ku bi vê hewldanê ne sûcekî mezin dikin. Em dibêjin, kesên ku xebatên wiha dikin, hevkariyê bi faşîzmê re dikin,zilmê li gel dikin, sûc dikin û ev îxanet e. Û li bara vî tiştî jî em ê bêdeng nemînin.

BOTAN PÊŞENGIYA 40 SALAN DIVÊ LI DIJÎ FAŞÎZMÊ JÎ BIKE

Mardîn herî dawî got ew hêvîdar in ku faşîzma AKP-MHP'ê wê were hilweşandin, berxwedana ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hevrêyên wan ên li zindanan pêşengiya wê dikin wê xurttir bibe, ew, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hay ji peywirên xwe hene, kêmasî û şaşiyên xwe dinirxînin û diyar kir, bi pratîkî ew ê bibin bersiv.

Mardîn got di hilbijartinê de heke faşîzm bi ser bikeve wê şerekî ku li hemû Tirkiyê berbelav bûyî dest pê bike û faşîzma AKP-MHP'ê wê piştî hilbijartinê wê tenê bi Kurdistanê re sînordar nemîne, li dijî hemû gelên Tirkiyê şer bike û diyar kir, divê ev baş were zanîn. Mardîn got, ''Ji bo vê jî di serî de gelê Kurd, hemû dilxwazên demokrasiyê û azadiyê divê li dijî faşîzmê rawestin û di vê hilbijartinê de faşîzma AKP-MHP'ê têk bibin. Divê pêşengiya vê gelê Botanê bike. Çawa ku 40 salan pêşengiya Têkoşîna Azadiyê da, di vê hilbijartinê de jî û di pêvajoyeke wiha de jî divê bi peywira xwe ya pêşengiyê rabe û li dijî faşîzmê raweste.''