Malbatên wan ciwanên ku li Pirsûsê hatine qetilkirin serdana Şenyaşaran kirin

Malbatên wan ciwanên ku li Pirsûsê hatibûn qetilkirin serdana Emîne Şenyaşar kirin. Dema serdanê di axaftinan de hate gotin,''Xizmên me ji hêla dewleta destbixwîn ve hate kuştin.''

Çalakiya nobetê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji malbata wan 3 kes ji hêla wekîlê AKP'ê Ibrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî ve hatibûn kuştin, di roja 80'yî de didome. Ji ber ku Ferît Şenyaşar çûbû girtîgehê serdana birayê xwe Fadil Şenyaşar, ku 37 sal û 9 meh ceza lê hatiye birîn, birayê Ferît, Mehmet Şenyaşar nobet dewr girt. Malbata Şenyaşar berê sibehê çû ber avahiya edliyê ya Rihayê û bi dowîzên bi nivîsa, ''em tenê dadê dixwazin'', çalakî da destpêkirin.

Malbatên ku ji bo tevlî danişîna 19'an a doza têkilî qetilkirina 33 ciwanan bibin hatin bajêr û wekîla HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu serdana malbata Şenyaşar kirin, wek tê zanîn, li Pirsûsê bi destê DAÎŞ'ê 33 ciwan hatibûn qetilkirin.

Emîne Şenşyar got, ''Kesên ku komkujî kirine bila ev li wan nemîne. Dad nîne. Ev 3 meh in em nobetê digirin lê yên ku zarokên min kuştin li Pirsûsê digerin. Ên ku komkujî kirine serbest in.''

Dîlek Şeker, ku bavê wê Ismet Şeker di komkujiyê de hatibû kuştin li ser navê malbatan axivî û got, ''Em ji bo ku tevlî danişîna 19'an bibin hatine Rihayê. Weke min yê wê Jî zarokên wê û hevserê wê hate kuştin. Kê kuşt? Kê bavê min kuşt? Dewleta destbixwîn. Hê jî çavê wan li ser me ye, kanî dad? Ev 3 meh in mala xwe dihêle û li vê peyareyê rûdinin. Em ji bo Pirsûsê, ji bo her kesî dadê dixwazin. Di têkoşîna dadê de em bi hev re ne.''

Malbatên Pirsûsê piştre ji bo tevlî danişîna 19'an a li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Rihayê bibe çûne avahiya edliyê. Piştre Halk Cephesi (Eniya Gel) ku ji Stenbolê hatî serdana malbata Şenyaşar kir.