Malbatên Roboskiyan cara 285’emîn daxwaza edaletê kirin

Lêgerîna edaletê ya malbatên Roboskiyan di hefteya 285’emîn de jî dewam kir, nerazîbûn nîşanî cezayê girtîgehê yê dayî Parlemeterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encû dan.

Malbatên Roboskiyê di çalakiya xwe ya lêgerîna edaletê ya hefteya 285’emîn a ji bo 34 kesên di encama bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a li Gundê Roboskî ya navçeya Qilaban a Şirnexê hatin qetilkirin, didomîne. Malbat weke her hefteyê vê hefteyê jî ber xwe dan gorên zarokên xwe û li ser goristanê kom bûn. Di çalakiya wêneyên kesên di qetlîamê de hatin qetilkirin hate hildan, li ser navê malbatan Velî Encû daxuyaniyek da.

Encû bal kişand ku hefteya bihurî çalakiya wan ji aliyê leşkeran ve hatibû astengkirin, diyar kir ku hiqûq ku daxwaz dikin carekî din li bin lingan hatiye xistin. Encû destnîşan kir ku çalakiya xwe ya vê hefteyê ji bo parlementerê HDP’ê Ferhat Encû yê ku rojên bihurî bi cezayê 4 sal û 7 mehan hate cezakirin û girtin lidar xistine, diyar kir ku ti girêdana hiqûqê bi vê biryarê re nîne.

Encû yê ku diyar kir biryara dadgehê siyasî ye wiha got: “Em Roboskî peyama ku di kesayeta parlementerê me Ferhat Encû,dixwazin bidin gund û civakê baş dizanin û red dikin. Ferhat Encû ji bo gelê xwe di vê rêyê de bê ku tawîz bide wê bimeşe. Bila ev jî baş bê zanîn em li pey gotinên wekîlên xwe ne.”