Malbatên Roboskiyan 328 hefteye edaletê dixwazin

Malbatên 34 sivîlên ku 28’ê Kanûn 2011’an de ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve hatîn qetil kirin, di hefteya 328’an de bi boneya edaletê li hev kombûn.

Malbatên 34 kesên ku li gundê Roboskî ya girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê di encama bombebarana balefirên şer de jiyana xwe ji dest dayî, li ser gorên zarokên xwe kom bûn û ew bibîr anîn.

Di bîranîna hefteya 328’an de carek din edalet hat xwestin. Li ser navê malbatan xuşka Hamza Encu yê ku di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dayî Bêrîvan Encu axivî.

Encu ya ku bibîr anî ku serlêdanên wan yên hiqûqî yên heta niha bê encam mane û got: “Teraziya dewletê ya li Roboskiyê ev 328 hefteye şaş e.”

Encu axaftina xwe wiha bi dawî anî; “Ji bo qêrînên ji Roboskiyê berz dibin bên bihîstin em di xebitin. Ji bo qetlîama Roboskiyê di rojevê de bigirîn û hesap ji kiryaran bi xwezîn em ê li vir in. Em ê heta roja ku edaletê ji Roboskî û hemû qetlîamên din re pêk were, em ê berxwedana xwe ya heq berdewam bikîn.”