Malbatên PKK’yî û YPS’yiyan çu serdana goristanan

Malbatên PKK’yî û YPS’yiyên ku jiyana xwe ji dest dane, bi boneya hatina Cejna Qûrbanê çûn serdana gorên zarokên xwe.

Malbatên PKK’yî û YPS/YPSJ’ê yên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn, bi boneya cejnê roja erefeyê çûn ser gorê zarokên xwe. Şehîdgeha Amed û Çekdar Hêvîdar a li gundê Sîsê yê Lîcê ku ji 24’ê Tîrmaha 2015’an û şûnde bi despêkirina şer re hate bombekirin û texrîbkirin ji saetên sibehê ve malbat serdan dikin. Malbat ên ku cejnê li ser gorê zarokên xwe pêşwazî dikin, rondik li ser kêlên gorên zarokên wan ên hatin şikandin dirijîin.

Malbatên kesên li Taxa Yenîkoy a li navçeya Rezan a Amedê jiyana xwe ji dest dabûn jî, çûn serdana goristanê. Malbatên ku ji bo zarokên xwe dûa kirin, heta saetên direng li ser goristanan man.