Malbatên girtiyên nexweş li ber Saziya Tipa Edlî kom bûn

Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyane lê nayên berdan li pêşiya Saziya Tipa Edlî ya Amedê kom bûn û Nobeta Edaletê domandin.

Nobeta Edaletê ya ku malbatê girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên divê bên berdan dabûn destpêkirin, di roja 301’an de didome. Malbatên girtiyan li pêşiya Saziya Tipa Edlî ya Amedê kom bûn. Rêveberên DBP, HDP, TÛHAY-DER, MEBYA-DER, MED-DER, MED TÛHAD-FED’ê jî tevlî çalakiyê bûn.

Herdem Merwanî ya ku ew jî xizma girtiyên nexweş e diyar kir tu daxwazên wan nayê bicihanîn û got “Me gelek caran xwest girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyane lê nayên berdan divê bi lezgînî werin berdan. Mafê me yê axaftina bi telefonê ya bi girtiyan jî tê desteserkirin. Girtî li bajarên li dûrî malbatên xwe ne. Em careke din bang dikin û dibêjin vê pirsgirêkê çareser bikin. Gelo ev ne cezakirina malbatan be, çi ye?”