Malbatên girtiyan li Patnosê li dijî tecrîdê li hev civiyan

Malbatên girtiyan li pêşiya Girtîgeha Tîpa L a Patnosê li hev civiyan û gotin; “Tecrîdê bi temamî rakin.”

Malbatên girtiyan bi armanca piştgiriyê bidin girtiyên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, bi tevlêbûna parlamenterên HDP'ê Mensûr Işik û Şevîn Coşkûn, li pêş Girtîgeha Tîpa L a Patnosê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê.

‘BI TEMAMÎ TECRÎDÊ RAKIN’

Malbatan xwest bi lez tecrîdê bi dawî bikin û daxwazên girtiyan bi cih bînin. Dayika Muzaffer Guler ê ji 1'ê Adarê de li Girtîgeha Patnosê di grevê de ye, Adîle Guler, bang li hikûmetê û wezaretê kir û wiha got: "Em aştiyê dixwazin. Em ne ji bo şer hatine. Em ji bo aştiyê hatine. Zarokên me li pêş çavên me dihelin. Ji bo em rê li pêş vê yekê bigirin em li vir in. Em ê dest bidin hev û heta Enqereyê bimeşin. Em dixwazin bi temami tecrîd bi dawî bibe û daxwaza zarokên me bînin cih. Bila zarokên me li girtîgehan jiyana xwe ji dest nedin.”

‘HETA KU TECRÎD BIDOME WÊ KAOS JÎ DEWAM BIKE’

Parlamenterê HDP'ê Işik jî diyar kir ku çûna parêzeran a Îmraliyê ew kêfxweş kirine û wiha got: "Parêzerên Ocalan piştî 8 salan di 2'ê Gulane de hevdîtin kirine. Dîsa daxuyaniya Wezîrê Dadê ya rakirina astengkirinê hebû. Em parlamenter û malbat ji bo bibin dengê girtiyan li vir in. Ziyareta parêzeran a bi Ocalan re hêviya me mezin dike. Em careke din li pêş girtigeha Patnosê bang dikin ku hiqûq û zagonan pêk bînin."