Malbatên girtiyan: Ji destê kê çi tê divê bike

Xizmên girtiyan ku Nobeta Edaletê didomînin gotin: “Em ê dev ji daxwazên xwe bernedin. Di pêvajoya çareseriyê de ji destê kê çi tê, divê bike.”

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên cezayên wan qediyaye û nayên berdan li Amedê dabû destpêkirin, 310 roj li pey xwe hişt. Malbatan di roja nû ya çalakiya xwe de hatin ber Edliyeyê. Endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER), Komeleya Yekîtî Çand û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Mezopotamyayê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran re ya Medê (MED TUHAD FED) piştgirî dan çalakiya malbatan.

Yek ji xizmê girtiyan Herdem Merwanî diyar kir ku çalakiya wan di meha 11’an de ye, lê daxwazên wan nehatiye pêkanîn û wiha got: “Êdî tiştek ku bê gotin nemaye. Bi guhertînên qanûnî gelek kes bi veşartî ji girtîgehê derxistin, lê ji bo girtiyên me tu pêşketineke erênî çênebû. Berevajî cezaya girtiyên ku di bin salekê de mabû, ew sirgunî cihên dûr kirin. Girtiyên me yên ku rapora ‘Nikare li girtîgehê bimîne’ girtibûn jî bi israr li girtîgehê tên hiştin.”

‘EM BI ISRAR IN, EM Ê DEV JI DAXWAZÊN XWE BERNEDIN’

Merwanî da zanîn ku wan gelek caran ji bo azadiya girtiyên nexweş û girtiyên cezayên wan qediyaye û nayên berdan bang kirine, lê kes dengê wan nebihîstiye û wiha anî ziman: “Naxwazin pirsgirêk çareser bibe, berevajî wê dixwazin mezin bibe. Derdê wan çi ye, bila eşkere ji me re bibêjin. Lê em ê dev ji dubarekirina daxwazên xwe bernedin. Em ê daxwazên xwe bi berdewamî bibêjin. Ji ber ku em di çareseriyê de bi israr in. Lewma em cardin bang dikin, di pêvajoya çareseriyê de ji destê kê çi tê bila bikin.”