Malbatên girtiyan bi fikar in

Rêveberiya Med TUHAD-FED'ê Safiye Akdag got, malbatên girtiyên nexweş bi fikar in ku di her kêliyê de dibe ku cenazeyên nû ji girtîgehan bêne derxistin.

Rêvebera Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Med (Med TUHAD-FED) Safiye Akdag diyar kir ku ew bi malbatan re timî di nava têkiliyan de ne û gavên pêwîst diavêjin.

Akdag ji ANF'ê re axivî û got, "Malbat dibêjin ku her gava telefonê lê dide ew dikevin nava tirs û fikaran. Em dibînin ku ev yek bandoreke nebaş li psîkolojiya malbatan dike ku timî bi fikar in ku agahiyeke neyînî ji wan re bê. Malbatên girtiyên nexweş ji n iha ve amadekariyan dikin ku cenazeyan çawa pêşwazî bikin. Yekane rojeva wan bûye ev y ek. Lewma di her mijara têkildarî girtîgehan de hesas in."

PIŞTGIRIYA HIQÛQÎ YA JI BO MALBATAN

Akdag ragihand ku malbat daxwaza piştgiriya hiqûqî ji wan dikin û wiha dewam kir, "Komîsyona me ya hiqûqê hewl dide piştgiriyê bide malbatan. Em di çarçoveya piştgiriya hiqûqî de tevdigerin ku malbat daxwaza wê dikin. Em hewl didin li ser rêveçûna pêvajoyê û rewşa girtiyên nexweş agahiyê bidin malbatan. Hûn jî zanin ku nobedên edaletê hatibûn destpêkirin û hîn jî dewam dikin. Em jî weke sazî piştgiriyê didin. Her wiha serdana malbatan dikin, hewl didin pirsgirêk û daxwazên wan hîn bibin. Weke sazî heta ji destê me tê em hewl didin van daxwazan bixin rojevê."

'XWEDÎ LI GIRTIYAN DERKEVIN'

Akdag ragihand ku malbatên girtiyên nexweş divê dengê xwe hîn bêhtir bilind bikin û got, "Ev mijar mijareke hesas e û wijdanî ye. Rewş gihîştiye wê astê ku êdî ne dema gilî û gazinan e... Lewma divê malbat, sazî, rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî yên xwedî wijdan xwedî li girtiyan derkevin."