Malbatan li ber girtîgehê azadiya girtiyan xwestin

Malbatên ku li ber Girtîgeha Tîpa D ya Amedê hatin cem hev gotin, "Em tabûtên zarokên xwe naxwazin. Heta em sax bin em ê li ber xwe bidin."

Ji bo azadiya girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayên li wan hatiye birîn qediya ne lê nayên berdan, Nobeda Edaletê ya li Amedê di roja 176’an de ye. Xizmên girtiyan li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê hatin cem hev û daxwazên xwe dubare kirin. Endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Federasyona Med a Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ji bo Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (MED TUHAD-FED), TUAY-DER, MEBYA-DER û Komeleya Hiqûqnasan a Azadiyê (OHD) tevlî çalakiya malbatan bûn.

'EM TABÛTÊN ZAROKÊN XWE NAXWAZIN!’

Yek ji xizma girtiyan Nazîme Boltan diyar kir ku ew 6 meh in Nobeda Edaletê digirin û wiha got: "Lê me edalet nedîtiye. Bila zarokên me derman bikin. Rewşa zarokên me ne baş e. Em tabûtên zarokên xwe naxwazin. Serokkomar û Wezîrê Dadê guhên xwe girtine. Dengê me nabihîzin."

Boltan nerazîbûn nîşanî bêhiqûqî û bêedaletbûna heyî da û got, "Sal derbas bibin jî em ê bêjin 'edalet'. Destê xwe deynin ser wijdanê xwe. Mirov rojek zarokê xwe nebîne hestek çawa çêdibe, hîs bikin. Ji ber ku em Kurd in, wiha nêzî me dibin. Lê em ê ti carî dev ji zimanê xwe bernedin. Heta ez sax bim ez ê ji bo zarokê xwe têbikoşim."

Çalakî bi dirûşmeyên "Maf, hiqûq, edalet" û "Bijî berxwedana zindanê" bi dawî bû.