Malbata Şenyaşar: Yên zilmê dikin wê hesab bidin!

Malbata Şenyaşar got: “Rojên ku yên zilmê dikin li pêşberî darazê hesab bidin, nêzîk in.”

Çalakiya nobedê ya Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ku daxwaza edaletê dikin, di roja 82'ê de ye.  Malbata Şenyaşar ji ber tedbîrên şewba vîrûsê û sînordariya derketina derve çalakiya xwe li mala xwe ya Pirsûsê didomîne.

‘EDALE LI BIN LINGAN E’

Malbatê li ser tevna dijîtal daxuyanî da û spasiya Meclîsa Jinan a Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê duh li ber derê edliyeyê serdana wan kiribû, kir.  Malbatê got: “Heq, hiqûq û edalet li bin lingan tê perçiqandin. Her kes vê dibîne. Rojên ku yên zilmê dikin li pêşberî darazê hesab bidin, nêzîk in.  Wê hemû cîhan dîmenên qetlîama li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bibîne.”