Malbata Şenyaşar wê berxwedana xwe li Enqerê bidomîne

Malbata Şenyaşar ku berxwedana xwe didomîne ragihand ku wê têkoşîna xwe li Enqerê bidomînin. Her wiha ev bang li raya giştî kir, “Werin em bi hevre biqêrin.”

Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya Malbata Şenyaşar (Emîn Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar) di roja 165’emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike. Emîne û Ferît Şenyaşar vê sibehê dîsa hatin ber edliyê û dest bi çalakiya xwe kirin. 

Ferît Şenyaşar banga têkoşîna hevpar li wan malbatên ku li bajarên cuda têkoşîna “edaletê” didin kir. Şenyaşar destnîşan kir ku li ber Edliyeya Rihayê têkoşîna wan di bin zilmê de didome û got: “Ji bo têkoşîna me ya edaletê li tevahiya Tirkiyê hestiyarek çêbû. Her çiqas hin medyaya netewî çalakiya men ebîne jî parlamenterên li Meclîsê, saziyên civakî yên sivîl ji me agahdar in. Gelek malbat û kes wek me ji edaletê bêpar mane hene.” 

Şenyaşar daxwaza hevpar a van malbatan edalet e û got: “Ji ber ku betlaneya edlî ye têkoşîna me li ber edliyeya Rihayê didome. Wextê ku betlaneya edlî biqede em ê têkoşîna xwe veguhezînin Enqereyê. Em ê hewl bidin ku malbatên li edaletê digerin bên cem me da ku dengê me yê edaletê bilind derkeve. Ez li vir bang li tevahiya mirovên bi bêedaletiyê re rûbirû ne dikim; Werin em daxwaza xwe ya hevpar bi hev re qîr bikin û bila vê hiqûqa serdestan bi dawî bibe.”

Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal de hesabên Wezareta Edaletê, Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr, Ajansa Riha û Desteya Giştî ya Meclîsê etîket kir û ev peyame parvekirin, “Huqûq mafê qetlîama wekîlê desthilatdariyê û malbata wî nade. Di ser de gelê Rihayê, hemû Tirkiye vê zilma li ber edliyeya Tirkiyê dişopîne. Em li pey edaletê ne. Emê dest jê bernedin.”