Malbata Şenyaşar wê bajar bi bajar têkoşîna xwe dewam bike

Malbata Şenyaşar got, "Têkoşîna me ya edaletê di roja 102'an de ye. Em dixwazin têkoşîna xwe li Tirkiyeyê bide bihîstin."

Malbata Şenyaşar a ku 102 roj in li edaletê digere, çalakiya nobeta xwe ya “edaletê” veguhest Dîlokê. Malbata Şenyaşar ku di hefteyê de 5 rojan li ber Edliyeya Rihayê nobeta edaletê digire, wê di hefteyê de rojek nobeta xwe veguhezîne bajarên cuda û serdana partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl bike û daxwaza piştevaniya hiqûqî bike. 
 
Malbatê serdana ewil li Dîlokê pêk anî. Malbat wê serdana Baroya Dîlokê, Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Dîlokê, Partiya Pêşerojê, Partiya DEVA’yê, Partiya Saadetê û HDP’ê bike û ji wan piştevaniya hiqûqî bixwaze. 

Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal bi hashtagiya #ŞenyaşarAilesiAdaletİstiyor (#MalbataŞenyaşarEdaletêDixwaze) twît belav kir û got: "Têkoşîna me ya edaletê di roja 102’yemîn de ye. Têkoşîna me tenê ne li Rihayê, em dixwazin li tevahiya Tirkiyê ragihînin. Em ê îro serdana Baroya Dîlokê û saziyên din bikin. Em ê li her cihî behsa lêgerîna xwe edaletê bikin. Ji ber ku dema edalet pêk were encax ev zilma li me tê kirin bi dawî bibe."