Malbata Şenyaşar serdana Baroya Dîlokê kir

Malbata Şenyaşar a berxwedana edaletê didomîne, serdana Baroya Rihayê kir.

Malbata Şenyaşar, di çarçoveya çalakiya nobeta “Edaletê” de seredanên piştevaniya hiqûqî dan destpêkirin. Malbat serdana xwe ya ewil bi Serokê Baroya Dîlokê Bektaş Şarkli re kir. Parêzerên dosyaya malbatê Bulent Dûran, Derya Bozkûrt û Alîkara Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Dîlokê Bermal Kûtlû jî bi malbatê re bûn.

Di serdanê de parêzer Bulent Dûran têkildarî dosyayên dozê agahî dan serokê baroyê û destnîşan kir ku ligel 3 sal di ser êrişê de derbasbûn jî têkildarî bûyera li nexweşxaneyê tu kes nehatiye girtin.

Dûran da zanîn ku dema Wezîr, Walî û Qeymeqam li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bûn komkujî pêk hat û wiha got: “Lînca li nexweşxaneyê pêk hat wijdana me birîn dike, ambûlans hatin texrîbkirin. Parlementerê AKP’ê û xizmên wan tên parastin. Ev şerma hiqûqê ye. Malbata Şenyaşar ji bo ku bibe dengê hemû kesên mexdûr bûyî têdikoşe. Malbat ji bo edaletê li pêş avahiya ku edalet lê dinivîse 102 roj in nobetê digire. Têkiliyên malbatê yên bi rêxistinê re geriyan lê tiştek nedîtin. Ev yek weke parêzerê dosyayê wijdana min diêşîne. Êdî malbat wê li derveyî avahiya edliyeyê ji hemû Tirkiyeyê re vebêjin. Îro ewil em hatin Dîlokê. Banga me heye ku hûn deng bidin daxwaza me.”

Ferît Şenyaşar jî destnîşan kir ku 102 roj in li pêş avahiya edliyeyê nobeta “Edaletê” digirin û got: "Em têkoşîna mirovahiyê didin. Ne pekane ku em tena serê xwe vê têkoşînê bidin. Em edaletê dixwazin. Em ê têkoşîna xwe bi piştevaniyê mezin bikin.”

Serokê Baroya Dîlokê Bektaş Şarkli jî anî ziman ku biryara veşarî ya 3 sal in li ser dosyayê ne rast e û wiha got: “Tişteke xemgîne ku 3 sal in li ser dosyayê biryara veşarî û zextên siyasî hene. Divê dewlet mafê jiyanê biparêze û bi edalet be. Em weke Baroya Dîlokê amade ne ku li cem we bin. Berpirsyarê bûyera li nexweşxaneyê amire mulkî ye. Walîtiyê û dozger karê xwe nekiriye. Divê demildest lêpirsîn bi dawî bibe û doz were vekirin.”

 Dayika Emîne Şenyaşar jî bûyera ku şahidiniya wê kir vegot, têkildarî nobeta “Edaletê” agahî dan û wiha got: “Kurê min girtî ye, dixwazim were berdan. Hevjînê min û du kurên min li nexweşxaneyê li pêş çavên min hatin qetilkirin. Em 102 roj in li pêş edliyeyê ne. Êdî nikarim li malê bisekinim. Mudaxaleyî me dikin lê kesên ku zarok û hevjînê min kuştin serbest digerin. 35 sal in kargeha me heye. Zirara zarokên min li kesekê ne bûye. Alîkariya me bikin, berî ku bimirim, dixwazim zarokên xwe bibînim.”