Malbata Şenyaşar: Sedema mezinbûna krîza heyî bêedaletî ye

Malbata Şenyaşar a ku 561 roj in ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin têkoşîna edaletê didin, diyar kirin ku sedema mezinbûna krîza heyî ya li Tirkiyeyê 'bêedaletî ye'.

Emîne Şenyaşar ji bo hevjîn û du kurên xwe yên 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrîşê de birîndar bû, ji 9'ê Adara 2021'ê û vir ve li ber Edliyeya Rihayê çalakiya nobetê dike.

Ferîd Şenyaşar di roja 561’an a Nobeta Edaletê de dîsa hate ber edliyeya Rihayê û li ‘koşeya edaletê ya malbata Şenyaşar’ dest bi çalakiya xwe kir. Li aliyê din Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê li Pirsûsê li mala xwe nobetê didomîne.

Malbatê di çalakiya roja nû de li ser hesabê xwe yê medyaya ev peyam parve kirin: “Roj bi roj krîza aborî mezin dibe. Sedema mezinbûna vê krîzê nebûna edaletê ye. Ne mimkûn e ku civak bêyî edaletê bijîn. Ger em dixwazin nan bînin malê divê em daxwaza edaletê bikin. Ger edalet nebe, nan jî tune ye, edalet tunebe aramî jî nabe!”