Malbata Şenyaşar nerazîbûn nîşanî Wezîr Gul da

Malbata Şenyaşar ku 6 meh in li ber deriyê Edliyeyê li ber xwe dide, nerazîbûn nîşanî Wezîr Abdulhamît Gul da ku digot "Deriyê edliyeyê deriyê edaletê ye."

Emîne Şenyaşar ku hevser û 2 kurên wê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di heman êrişê de birîndare bû, çalakiya xwe ya Nobeda Edaletê di roja 178'an de dewam dike.

Malbatê serê vê sibehê jî bi pankartên bi nivîsa "Bila edalet bi cih bê, zilm biqede", "Ji bo zarokên min ên hatin qetilkirin edalet, ji bo her kesî edalet" li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiyê kir.

Ferît Şenyaşar nerazîbûn nîşanî Wezîrê Edaletê yê Tirk Abdulhamît Gul da, ku doh di merasîma vekirina avahiya nû ya Dadgeha Bilind û Sala Edlî de gotibû, "Deriyê edliyeyan deriyê edaletê ye."

Ferît Şenyaşar diyar kir ku 6 meh in ew li ber Edliyeyê çalakiya nobedê dewam dikin û got, "Gelo daxuyaniya wezîr li ser Tirkiyeyê bû yan jî welatekî cuda bû, me fêhm nekir. Wezîr li kîjan welatî ye, wezîrê kîjan welatî ye? 6 meh in dayikek li ber deriyê edliyeyê ji bo hevser û du kurên xwe yên hatin qetilkirin disekine. Cihê ku Gul dibêje 'deriyê edliyeyan deriyê edaletê ye' gelo li ku ye? Edliyeya Rihayê jî yek ji wan edliyeya ye yan na?"

Ferît Şenyaşar diyar kir ku dayika wî Emîne Şenyaşar 6 meh in daxwaza edaletê dike, lê daxwaza wê bi cih nayê anîn û got, "Dayikek 6 meh in li vir e û nikare bikeve hundir. Daxwazeke xwe ya mafdar heye, komkujî lê hatiye kirin, lê nikare bikeve hundir. Bikeve hundir jî dozger, dadger ji ber vê dayikê direvin. Ji ber ku li nexweşaxneya dewletê komkujî hate kirin û yên kirine jî xizmên parlamenterekî ye, kes hesab napirse. Li Edliyeya Rihayê bi rengekî eşkere hiqûqa serdestan heye. Eger dayika we di şûna vê dayikê de bûya, gelo wijdanê we wê ev qebûl bikira?"

Ferît Şenyaşar pirsa "Ev zilm wê heta kengî dewam bike?" pirsî û got, "Dawî li vê zilmê bînin."